Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku piştî sê rojan ji şerên giran di navbera hêzênn wan û çeteyên DAIŞ`ê de, gundê El-Şecele îro vê sibê ji çeteyan hate rizgarkirin. QSD`ê ragihand ku gelek çete hatin kuştin û hêzên wan dest danîn ser gelek çek û cebilxane. Her …
Read More »JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD AMARA EFRÎN
Şehîd bingeha hebûn û jiyana rast diafirîne di hemû kêliyên giyana xwe de. Rastiya şehîdan raman û felsefeya azadiyê di nav hebûna xwe de hildigrin, mezin dikin û dibin hevalên stêrkan.
Read More »QSD: bîlançoya 24 seatên dawî ya şerê ”Tunekirina Terorê”
Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerên 24 saetên dawî yên Pêngava “Şerê Tunekirina Terorê” eşkere kir. Daxuyanî wiha ye: “Eniya Baxoz / Gundê Şecel: Şevê din şer li vê eniyê rû da, çeteyan çekên navîn bi kar anîn, di heman demê de balafirên Koalîsyona Navdewletî bargehên wan kirin hedef. …
Read More »Li Serêkaniyê du şehîd hatin oxirkirin
Welatiyên herêma Serêkaniyê û Zirganê cenezeya endamê Yekîneyên Dispilîna Leşkerî Beşar El- ELî (Çekdar Serêniyê)û şervanê QSD’ ê Mihemed Birahîm (Xemgîn Serêkaniyê) veşartin. Bi sedan welatiyên herêma Serêkaniyê û Zirganê cenazeyê endamê Yekîneyên Dispilîna Leşkerî Beşar El- ELî (Çekdar Serêniyê) ku bi nexweşiya Penceşêrê di 9`ê Îlona 2018‘an de şehîd …
Read More »YPG: Şaneyên veşartî li Şêxlerê hatin bêbandorkirin
YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan şaneyên razayî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Şêxler ê başûrê rojavayê Kobanê eşkere kirin û xebatên wan bê bandor kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku hêzên wan li Kobanê şaneyên nepen …
Read More »Guhertina demografiya Efrînê didome, malbatên Idlibê têne bi cihkirin
Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê sivîlên Efrînê bi darê zorê ji malên wan derdixînin û li şûna wan malbatê Idlibî bi cih dikin. Çavkaniyekî herêmî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malbatên Idlibî li gundê Kokana Jêrîn a navçeya Mabatayê li malên welatiyên Efrînî …
Read More »Hêzên dagirker bi darê zorê şêniyên Efrînê ji malên wan derdixin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê niştecihên Efrînê yên resen bi darê zorê wan ji malên wan derdixîn û malbatên ji derve li şûna wan bi cih dikin. Li gorî çavakniyên herêmî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, niştecihên gundê Kokana Jorîn ê navçeya Mabatayê bi …
Read More »Hêzên dagirker welatiyek din revandin û fidiyeyê ji malbata wî dixwazin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Mosaka yê herêma Racoyê welatiyek revand û êşkencekirin, ji bo serbestberdana wî fidiye ji malbatî wî dixwazin. Çavkaniyek ji gundê Mosaka yê herêma Raco ya kantona Efrînê ji me re diyar kir ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Şêrwan …
Read More »102 şervan tev li QSD`ê bûn
Akademiya Şehîd Cûma El-Nezal dewreya perwerdeyê ya QSD`ê ya bi navê Şehîd Elî Reqa bi tevlêbûna 102 şervanan bi merasîmekê dest pê kir. Merasîma vekirina dewreyê li bajarokê El-Cerniyê yê bakurê gundewarên Tebqayê hate lidarxistin. Fermandarên QSD`ê, hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid, fermandariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn û endamên Meclisa …
Read More »Dagirkeriya Tirk gora Nûrî Dêrsimî vala kir
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Goristana Henan a navçeya Şera ya Efrînê gora Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî û gelek kesayetên welatparêz ji hestiyên wan vala kirin. Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li herêma Efrînê bi hemû rêbazên çeteyên …
Read More »