‘Bi rizgarkirina Reqa re wê mirovahî xwe nû bike’

REQQA – Fermandarê QSD`ê Mahîr Kurdî diyar kir ku bi rizgarkirina Reqa re dîroka mirovahiyê xwe nû dike û dibe bingeha jiyaneke nû ji gelê herêmê re.

Fermandarê QSD`ê Mahîr Kurdî têkildarî rewşa Hemeleya rizgarkirina Reqa û bandora wê li ser tevahiya herêm herêmê ji ANHAʹê re axivî.

Kurdî di destpêka axaftina xwe de got DAIŞʹê di Reqayê de ji her çar aliyan hatine dorpêçkirin û wiha dom kir: ʺ Çetedi bajar de gelekî tengav bûne. Lewma di êrîşên xwe de teqemeniyê bikar tînin.ʺ

Mahîr Kurdî da zanîn ku çavê tevahî mirovahiyê li hemleya Reqaye û wiha dom kir: ʺÇevê hemû mirovahiyê li şerê Reqayê ye, ji ber girîngiya wê ya dîrokî ji ya leşkerî jî wêdetire, niha li Reqa dîroka mirovahiyê xwe nû dike. Şervanên ji hemû netew û mezhebên herêmê,her wiha şervanên ji gelek aliyên cîhanê jî bi hev re di şerê dijberên mirovahiyê DAIŞʹê de cih digirin.şerê rizgarkirina Reqayê şerê rizgarkirina mirovahiyê ye. Lewma hemû şervan mirovahiyê, her wiha rizgarkirina xwazyê û Rojhilata Navîn e. ʺ

Fermandarê QSDʹê Mahîr Kurdî, di berdewama axaftina xwe de filimê navnetweî yê ʺQiralê Gulîskêʺ ku di sala 2001 hatibû pêşkêş kirin bibîr anîn û got ku di wî filimî de dîroka Reqa ya niha temsîl dike û wiha dom kir: ʺDi Film de Xortekî bi navê Firodo heye li pey peymana gulîskê dikeve. Ew wekî şevanên QSD’ê ye. Şervanên QSD`ê niha şerê dijminên herî hov dikin. Li baytexta DAIŞ`ê ya niha Reqqayê  şer dikin û wê rizgar dikin. Bi rizgarkirina Reqa dê xweza û Rojhilata navîn bi tevahî ronî dibe.ʺ

Fermandar Mahîr derbarê filim de gotinên xwe didomîne û wiha dibêje: “Di filmê Dîrokî de fitneciyek heye di şeklê cinada ye bi navê Sîrkis e û ew jî dixwesê gulîskê ji xwe re bibe ji bû ku şer berdewam û xilas nebe û her di nav hewildanên qirêj daye. Dixwaze ku Firodo û hevalên wî bixapîne lê bi ser nakeve, Erdogan wê rolê niha dilîze.Lê hemû siyasetên wî yên qirêj têk diçin û sernakevin.”

Fermandarê QSD’ê Mahir Kurdî di berdewama axaftina xwe de jî got ku gulîska hatiye windakirin niha li Reqaye ûwiha pê de çû: “Gûlîska ku hatiye winda kirin li Reqqaye û hemû cîhan li ser wê şer dike.  Kî dê bistîne û her aliyek li gûrî bercewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de şer dike û tevdigere, Şervanên QSD`ê di ber mirovahiyê de şer dikin wê bi ser kevin û dê hemû mirovahiyê ji çeteyan xilas bikin û dê dawî li çeteyên DAIŞ’ê bînin.”

Fermandarê QSD’ê Mahir Kurdî di dawiya axaftina xwe de jî got ku bi rizgarkirina Reqa re dîrokeke nû tê nivîsandine û wiha got: “Jiyanek nû li vir tê afirandin, mirovahî xwe nû dike û pêkhateyên hemû mirovahiyê bi pêşengtiya jin û ciwanan bi bîr û baweriya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vê sîstema nû pêk tî

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …