Bi sedan welatiyên herêma Serêkaniyê û Zirganê cenazeyê endamê Yekîneyên Dispilîna Leşkerî Beşar El- ELî (Çekdar Serêniyê) ku bi nexweşiya Penceşêrê di 9`ê Îlona 2018‘an de şehîd bibû û şervanê QSD`ê  Mihemed Birahîm (Xemgîn Serêkaniyê) ku di 18`ê îlona 2018‘an li Dêrezorê şehîd bibû, bi merasîmekê oxir kirin.

Gel cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî berê xwe da goristana Şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Şêrîn Şêxê axîvî . Şêrîn wiha got: “Em ji tevahiya gelê xwe re dibêjin, em bi îradeya xwe ya polat û rihê fedekarî parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîdan ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.‘‘

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Azad Welat jî soza şopandina riya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan were derketin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbata wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de, şervanên cenazeyên hevalên  xwe bi dirûşmên ”Şehîd namirin” veşartin.