Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di şoreşa Rojava de yekîtiya gelan bi pergala modernîteya demokratîk re şênber bû. Jinên Kurd û Ereb di nava rafên YPJ’ê de ji bo parastin û mayînde kirina şoreşê mil bi mil tekoşîna xwe bilind dikin.

Rihên ciwan yên ku weke hevrê Rîm jî  bi armanca bidestxistina azadiya welat hebûna xwe di nava Refên YPJ’ê bi wate dikin. Hevrê ya me Rîm Elî El Casim, bi baweriya xwe ye ji doza azadiya gelan re li ser şopa Rojbîn Ereb û Hebûnan, bi armanc û hêviya mezin di temenê xwe yê ciwan de, berê xwe da nava refên azadiyê. Paradîgmaya ku hemû gel û netewên cuda di bin sîwana xwe de kom dike, netewa demokratîk e. Ji lewra hevreya me Rîm jî bi vê rihê pîroz, dibe yek ji parêzvanên welatê xwe. Hevrê Rîm bi xeyalên pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet di nava refên YPJ’ê de cihê xwe girt. Bi berpirsyartiya rihê demê a ji bo xwedî derketin û bilind tekoşîna jinan hêr kêliya jiyana xwe kire bin xizmeta şoreşa azadiya gelan. Li ser vê bingehê jî di demeke kûrt de kesayata xwe li esasê beşdarbûna xwe ye nava refên şoreşê perwerde kir û bû şervaneke wêrek û dilsoz.

Hevrê ya me Rîm Elî El Casim dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezeya trafîqê de di 20’ê Tebaxê de tevlî karwanên nemiran bû.

Weke YPJ ji bo me rihên ku di temenên ciwan de berê xwe didin nava şoreşa mirovahiyê de, biryardarî û domandina îdealên welatekî azad û hebûneke bi rûmet îfade dikin. Hevrêya me Rîm jî, ji bo me bû îfadeya biryardarî û israra serxistina jiyana azad. Em di serî de ji malbata hêja a hevrê xwe Rîm û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Weke hevreyên Rîm, emê herdem bi xûrt kirin û bilindkirina yekîtiya jinên Kurd û Ereb parastina axa xwe bikin.

Nasnameya Hevrê ye me wiha ye:

Nasnav: Rîm Elî Elcasim

Nav û Paşnav: Rîm Elî Elcasim

Navê dayîk: Emîra

Navê bav: Elî

Cih û Dîroka şehadete: 20.08.2023

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

22.08.2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …