Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina wî bi fermana Dozgeriya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber gelek sûc û binpêkirinên di warê pêwendî û kordîneya wî bi hin aliyên derve yên dijberê şoreşê re û pêkanîna sûcan û bazirganiya bi madeyên hişbir, her wiha ji ber rêveberiya wî ya xerab ji rewşa ewlehî re, rola wî ya neyînî di warê zêdekirina çalakbûna şaneyên DAIŞê de, bikaranîna erkê xwe di berjwendiyên xwe yên kesayetî û malbatî ku li dijî rêziknameya Hêzên Sûriya Demokratîk e, Meclisa Leşkerî ya Meclisa Dêra Zorê bi erê kirina Meclisa Lekerî a Hêzên Sûriya Demokratîk Ehmed Xibêl ji erkî wî yê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê dûr xist û pê re jî erkên 4 kesên din ên di nava meclisê de ku rasterast destê wan di wan sûc û binpêkirinan de heye, bi dawî kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

30 Tebaxê 2023

Check Also

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di şoreşa Rojava de yekîtiya gelan bi pergala modernîteya demokratîk re şênber bû. Jinên Kurd …