102 şervan tev li QSD`ê bûn

Akademiya Şehîd Cûma El-Nezal dewreya perwerdeyê ya QSD`ê ya bi navê Şehîd Elî Reqa bi tevlêbûna 102 şervanan bi merasîmekê dest pê kir.

Merasîma vekirina dewreyê li bajarokê El-Cerniyê yê bakurê gundewarên Tebqayê hate lidarxistin. Fermandarên QSD`ê, hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid, fermandariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn û endamên Meclisa Sivîl a bajarokê El-Cerniyê tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin, her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin.

Paşê yek ji fermandarên QSD`ê Omîd Gabar axivî û vekirina dewreyê ku dê aliyê xweparastina herêmê xurt bike, li hemû şervanan pîroz kir û destnîşan kir ku erka şervanan e piştî herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, herêmên xwe biparêzin û wiha anî ziaman: “Pêwîst e em dev ji sîstemên hişk berdin û em bi dildarî tev li rêxistinê bibin da ku em bihêlin QSD bigihîje asta herî jor.”

Paşê şervanên ku tev li dewreya perwerdeyê bûne soz da ku dê heta dawiyê parastina destkeftiyên bikin. Şervanên ku tev li dewreyê bûne ji bajarê Tebqa, bajarokê El-Cerniyê, Caber û El-Mensûrayê ne.

Dewreya perwerdeyê dê mehekê dewam bike. Di dewreyê de dê dersên bîrdozî û leşkerî werin dîtin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …