Em Kîne

Navê Rêxistinê : YPJ’ê (Yekîneyên Parastina Jin)

6-Dark-Grunge-Paper-Texture_01AFP_130731_0n2os_syrie-combattants-kurdes_sn635_DxOFPSembola YPJ’ê: Li ser zemînek kesk stêrkeka sor, bi rengê zer jî li derdora stêrkê navê rêxistinê nivsandiye.

YPJ’ê hêzeka leşkerî sereke û netewî ye, di çarcovaya Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û Azadiya jin di xeta parastina rewa li hemberî hemû êrişên li ser civak,  jin û nirxen gelê me j ibo avakirina Sûriyeke demokratîk û Kurdistaneke azad û têkoşîn li hemberî pergala serdestiya artêşa zilam, zayendperestî,

DSC01197_DxOFPolperestî, netewperestî, zanistperestî û sîstema wî ya beteryarkî dewletî ji pênc hezar sal ve nirxên civakê bin pêkirine. Ew hêza rewa ji bo jinê ye, gerantiya azadiya jinê li ser milê xwe digire.

Rêxistina xweser esas digire dervî cûdabûn di navbere ol, ziman, netew û zayend û fermandariya wê ya giştî û hevbeş di nav YekîneyênParastina Gel de heye. Xwe bi rêxistin û nûnertî bi hejmareke temam di nav fermandariya giştî de û di heman demê de endama di Yekîneyên Parastina Gel de ye.

FILASH (2)_DxOFPBiryarên hevbeş bi YPG’ê re digire lê yên girêdayê wê, ew xweserên, lê vegera wê ji bo biryar dayînê heye di riya konfirans, civînên berfereh û encûmana leşkerî de.

YPJ’ê li ser sîstema sê lingan li ser esasê kantonan dixebite, li ser asasê ketîban (tabur), yekîneyan û li gorî peywir û erkan avadike.

 

DSC06147_DxOFPHer endamek bi rengekî xwe ber, bi ruhekî netewî, exlaqî(sincî), politîk û parastina berjewendiyên niştîmanî, bi hişmendiya parastina rewa û şikandina qeydên koletiyê û paşverûtiya li ser jinê, li hemberî tundiya cinsî, fêzîkî, çandî û sincî ji bo jinê û civakê bi sekine, bi karanîna mafên xwe yên parastina rewa, pêşxistina hêza xwe ji aliyê tektîkên pêvajoyê ve, bi destxistina displîna keseyatî di hemû şertan de û bi hêzkirina têkoşînê, operesiyon û karê hevbeş ji bo bi destxistina serkeftinê û avakirina sinc û çandeke nû di civaka  Kurd ,Ereb Aşûr, Suryan de..

 

Hemû hemwelatiyên jin ji pêkhatî û netewên di civakê de kurd,  Ereb, Aşûr, Suryan dikarê biryara rrxwe bigire û li hemberî astengî, zehmetî, adat û teqalîdên paşverû bisekine, ji mafê wê ye tevlî YPJ’ê bibe piştî serî li aliyên aleqedar û navendên me bide û perwerdeya bîrdozî û leşkerî bibîne, ew tê pejirandin weke şervanekî di nav refên YPJ’ê de.

Erk û peywirên dikevê li ser milên wê pêktîne û têkoşînê di hemû astan de li ser esasê hişmendiya parastina rewa li hemberî hemû êrîşên dijî jinê û paşverûtiya li ser jinê li ser esasê paradîgma azadiya jinê. Hêza jinê ya pispor pêşdixe û bi kêrhatî di tektîka pêvajoyê de, afrîner û komînal be, ji mafê wê cihê xwe di hemû beşan de bigire li ser esasê tevlîbûna piratîkî.

YPJ’ê di nav refênYPG’ê de xwe bi rêxistin dike bi rengekî heman xweser bi sîstema kotazayendî bi FILASHhejmara 40 ji sedî û di kare hejimareke bêhtir bigire. Ew hêza parastina hemû jinan li Rojavayê Kurdistanê û Sûryayê û xwe bi rêxistin dike ta bibe hêza pêşeng ji bo hemû jinên cîhanê ji bo vê yek ê şervanên xwe di akademiyên parastina jinê de perwerde dike mînak “Akademiya Şehîd Şîlan ji bo parastinê” ji bo girtina pîvan û şêwazê hişmendiya azadiyê, jiyana azad zanistiya

11

zayendî û niştîmanî bi zanistiya îdiyolojî û leşkerî û pejirandina hişmendiya demokratîk ekolojîkya azad ji bo avakirina keseyatê û bi hêzkirina aliyê bîrdozî û pêşxistina tektîkên şer û pevcûnê û şarezahiya teknîkî li ser esasê parastina rewa ta bigihê jin astafermandariya pispor.