Ji Gelê me û Raya Giştî re

Rihê jinên ciwan hêza esasî a domandin û bilind kirina şoreşa jin a Rojava ye. Şoreşa ku bi îrade û birdoziya jin pêşket cardin bi tevlîbûna jinan her roja ku diçe bi pêşxistina pergala neteweya demokratîk re geştir dibe. Jinan di nava refên YPJ’ê de wateya hebûna xwe gîhandin asta lûtkeyê.

Têgehên berxwedan û serhildan bi erdnîgariya Botanê re heman wateyê dihewîne. Bi taybet jinên Botanê di tekoşîna azadiya gelê Kurd de herdem bi rola pêşengtiyê rabûne. Ev rihê berz û pîroz a berxwedaniyê weke kevneşopiyekê heta roja me ye îro xwe  gîhandiye. Hevrêya me Hîcran Ecûz bi nasnav Vejîn Jiyan di sala 2000’an de di nava malbateke welatparêz a Cizîra Botan de çavên xwe li jiyanê vedike. Hevrê Vejîn weke  jineke ciwan bi çîrokên lehengiyên jinan re mezin dibe û ev yek jî  di kesayetê wê de lêgera jiyaneke azad diafrîne. Di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a qirker di berxwedaniya rêveberiyên xweser a Bakûrê Kurdistanê de bi avayekî hovane û dij mirovî êrîş bire ser Cizîra Botan, hevrê Vejîn jî weke jineke ciwan a Cizîrî ji bo li hemberî her cûre dagirkerî, hovîtî û polîtiyên kirêt yên dewleta Tirk bibe bersiv, di sala 2016’an de berê xwe de şoreşa Rojava û  cihê xwe di nava refên YPJ’ê de girt.

Hevrê Vejîn di daxwaz û armancên xwe  de zelal bû. Di nava refên azadiyê de bi rihê ciwantî û bi sekna xwe ye ku di xetta jiyana azad de israr dike re, di demeke kûrt de fêrî jiyana şoreşgerî bû. Di nava refên şoreşê de xwe perwerde kirin û kesayeta xwe ava kirin, mijareke giring e. Hevala me Vejîn jî hem xwe perwerde dikir hem jî xwe li beranberî perwerde kirina ciwanan jî berpirsiyart dîdit, bi vî rûhê berpirsiyartiyê bi sedan ciwanên Rojavayê Kurdistanê  perwerde kir. Bi ve sekin û cesareta xwe  di her kêlîya jiyana xwe ya di nav refê azadîyê de gelek erk û berpirsiyartiyên girîng da ser milên xwe. Di nava şoreşa Rojava de bû xwedî kedeke bêhempa. Heval Vejîn ji bo tola gelê xwe ji pergala deshiladar rabike û pergala moderniteya demokratik avabike xwedî biryardariyeke bilind bû. Weke jinekê ciwan di birdozîya rizgariya azadîya jinê de xwedî sekneke diyarker bû. Hevrêya me Vejîn bi sekna xwe di nava refên şoreşê de îfadeya rihê fedayîtiyê dikir.

Hevrê ye me Vejîn dema ku li ser erka xwe bû,  di dîroka 27’ê Tîrmehê de di encama qezeya ku li Hesekê çêbû de, bi hevrêyên xwe Hesina Musa Mihemmed (Avaşîn Cûdî), Hîba Abdulqadir Bekir (Hîba Hesekê), Bêrîvan Abdil Xelef (Bêrîvan Hesekê), Emîne Nebo Silêman (Dilar Kobanê ) û Şêrîn Elî (Adar Cûdî) re  birîndar bibû û ruxmî hemû hewldanên dermanê kirinê jî di dîroka 7’ê Tebaxê de ji ber ku birînên wê giran bûn gihîşt asta şahadet ê.

Soz û peymana ji doza şehîdan re tê dayîn, soz û peymana herî pîroz e. Em di serî de malbata hevrêya xwe ye hêja û tevahî gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Ji bo rizgarkirin û xilas kirina her bihûsteke axa welat gelek hevrêyên me yên hêja canê xwe feda kirin. Hevra ye me Vejîn jî yek ji wan hevalan bû, emê jî weke hevrê yên wê herdem li pey doza wê bin. Heta ku azadiya welat mîsoger bibe wê tekoşîna me bê navber bidome.

Nasnameya hevrêya me wiha ye:

Nasnav: Vejîn Jiyan

Nav û Paşnav: Hîcran Ecûz

Navê Dayik: Newroz

Navê Bav: Behrem

Cih û Dîroka Ji Dayikbûne: 2000 / Cizîr

Cih û Dîroka Şehadetê: 07.08.2023 / Hesekê

 

 Fermandariya Giştî a YPJ’ê

11.08.2023 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …