Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku piştî sê rojan ji şerên giran di navbera hêzênn wan û çeteyên DAIŞ`ê de, gundê  El-Şecele îro vê sibê  ji çeteyan hate rizgarkirin.

QSD`ê ragihand  ku gelek çete hatin kuştin û hêzên wan dest danîn ser gelek çek û cebilxane.

Her wiha QSD`ê anî ziman ku tîmên endizyarî yên leşkerî gund ji mayînan paqij dikin.

Gundê El-Şecele girêdayî bajaroka Hecîn e.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku QSD`ê qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê bi navê Şerê Tunekirina Terorê ji bo rizgarkirina rojhilatê Çemê Firatê di 11`ê Îlonê de destpê kir.