YPG: Şaneyên veşartî li Şêxlerê hatin bêbandorkirin

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan şaneyên razayî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Şêxler ê başûrê rojavayê Kobanê eşkere kirin û xebatên wan bê bandor kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku hêzên wan li Kobanê şaneyên nepen ên girêdayî dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê bê bandor kirine.

Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Li navçeya Şêxlerê ya ku dikeve başurê rojavayê Kobanê, di roja 19’ê Îlonê de bi operasyonên hevbeş ên hêzên me YPG, YPJ û yekîneyên Asayîşê, xebatên şaneyên razayî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê hatin bêbandorkirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê ku hewl didin rewşa aram û ewle ya li Bakurê Sûriyê û Rojava qels bikin, bi armanca pêkanîna kirinên terorê xwe di herêmê de bi awayekî nepen bi rêxistin dikin. Bi vê armancê gelek komên çete yên ku ji aliyê DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker ve hatine avakirin, xwe di nav gelê me yê sîvîl de vedişêrin. Li Kobanê, ev komên ku pêwendiya xwe bi MÎT û DAIŞ’ê re hene û ev demek e ku di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de bûn, bi operasyoneke taybet a hevbeş a hêzên Asayîş û hêzên me hatin bêbandorkirin.

Di 19’ê Îlonê de li gundên Qûbbê û Ceddê yên girêdayî bajarokê Şêxler ê ser bi bajarê Kobanê ve, li hember van çeteyan ji alî hêzên me, yekîneyên Asayîşê û Hêzên Antîterorê (HAT) ve operasyonên hemwext hatin lidarxistin.

Di encama operasyonên serkeftî de bi dehan çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê hatin girtin. Di encama lêgerînan de mîqdarek mezin amûrên teqemenî yên ku ji bo êrîşên bombeyî dihatin amadekirin, 2 çekên B-7 roketavêj û 10 guleyên wê, 11 tifingên AK-47, 2 dûrbînên şevê, 4 dûrbînên rojê, 14 telefon, 4 destik, 9 debance û guleyên wê li gel cur bi cur amûrên leşkerî û muhîmat hatin desteserkirin.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …