Hêzên Me, Operasyona “Xûrtkirina Ewlehiyê” Ji Bo Şopandina Şaneyên DAIŞ’ê Li Herêma Dêra Zorê Dane Destpêkirin

Ji ber êrîşên terorîstî yên ku li herêma Dêrezorê pêk tên, ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve li ser xelkê ewleh, rûsipiyên herêmê û hêzên ewlehiyê. Di heman demê de li ser esasê hewldanên pêwendiyên berdewam ên di navbera Fermandariya Giştî ya hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û navbera şêx û rûsipiyên eşîran de ku di civîna herî dawê bi fermandariya giştî ya hêzên me re daxwaz û pêşniyarên welatiyan pêşkêş kiribûn ji bo şopandina şaneyên terorîstî û ziwakirina çavkaniyên wan. Li ser vî esasî û di çarçoveya bicihanîna erkên xwe yên leşkerî, netewî û exlaqî de, hêzên me îro yekşemê tam di demjimêr 08:00`ê êvarê de, bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyona ” Xûrtkirina ewlehiyê” li eniya rojhilatê Firatê kirin û bi taybet li herêma Dêrezorê.

Ev operasyon – bi armancên taybet – berfirehkirina operasyonên berê yên li herêma Cizîr û Reqqayê ye, ji bo têk birina şaneyên DAIŞ`ê, pêşîlêgirtina li operasyonên wan ên muhtemel û şopandina sûcdarên ku neheqî li xelkên sivîl kirine. ji bilî şopandina qaçaxçiyên ku bazirganiyê li ser debara jiyana xelkê dikin.

Ev operasyon yek ji qonaxên pêşketî yên têkoşîna hevpar ku hêzên me bi piştgirî û piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê bi rê ve dibin û heta bigihêje armancên xwe wê berdewam bike.

Hêzên ku di operasyonê de beşdar dibin dê li kêleka rêveberiya sivîl û rûsipiyên herêmê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê bixebitin û xwe bispêrin hişyariya xelkê ji metirsiya şaneyên terrorist, kesên sûcdar. Her wiha wê ev hêzên peşdar di pêkanîna erkên xwe de gav paşde neavêje û bi awayekî hişk li terrorîst, kesên sucdar û her kesê ku wan vedişêrin, bide.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD

27 Tebaxa 2023

 

Check Also

Ji Bo Bîranîna Şehîd Arîn Qamişlo

  https://www.youtube.com/watch?v=s0b3Wzs1JsA&t=18s