Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ku çalakiya li Enqerê hate kirin, êrîşî binesaziya  Bakûr Rojhilatê Sûrî dike. Lê dewleta qirker ji roja destpêka şoreşê heta îro bi avayekî domdar êrîşî herêmên me dike. Her carê bûyerên ku bi kilometreyan ji me dûr û di heman demê de tu eleqeya wan bi me re nîne, dike hincet û  êrîşên ku armanca xwe  qirkirina gelên herêmê ye pêk tînin. Dewleta Tirk navendên ku xizmeta pêdîwiyên gel dabîn dike, kiriye navenda êrîşên xwe ye dagirkeriyê. Van êrîşên xwe bi avayekî vekirî li pêşiya tevahî cîhanê jî rewa dike.

Ev feraseta qirker a dewleta Tirk ya ku bi zimanê wezîrê şerê taybet Hakan Fîdan bi avayekî eşkerê  van êrîşên xwe bi lêv dike, cardin ifadeya pergala ku hebûna xwe di tunne buna gelên herêmê de dibîne, eşkere dike. Li Dêrazorê dema operasyona xurtkirina ewlehiyê de dewleta Tirk bi avayekî vekirî ji bo ku ew komên çekdar aramiya herêmê xirab bikin, di nava liv û tevgerê de dabû. Me bi gelek dane, mikûrhatin û belgeyên destê xwe de ev rastiya dewleta tirk ji raya giştî re eşkere kir. Dewleta tirk di van leyîstokên  xwe de serneket û êrîş birin ser Minbic û Tiltemir ê. Lê hêzên me bi dijwarî bersiva êrîşên dagirkeriyê dan.

Êrîşên ku li ser herêmên me pêk tên, bi armanca xirabkirina îstîqrara herêmê tênê kirin. Hemû hêzên ku li herêmên me pêwîste encamên ku ji van êrîşên derbikevin holê, hayîdar bin. Ji ber ku êrîşên li ser herêmên me bandora xwe tevahî herêmê dike. Weke hêza parastinê hebûna me û di heman demê de pergala ku îro em pê civaka rêvedibin, li herêmê roleyeke girîng dileyze. Di van êrîşan de gelê me tên armanc kirin, ji ber wê jî emê bi tu avayî van êrîşên li ser gelê xwe qebûl nekin û emê bersiva van êrîşan jî bidin. Qada ezmanî ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatiye vekirin, ev êrîşên ku têne pêkanîn elbette bi êrê kirina van hêzên ku xwe weke garantor didin nişandan pêk tên. Ji ber wê jî hêzên koalîsyonê bi avayekî raste rast ji êrîşên dewleta tirk berpirsiyar in. Em di serî de dewleta tirk û tevahî hêzên ku li hemberî êrîşkariya tirk bêdengên bi tûndî şermezar dikin. Em tevahî cîhanê vedixwînin erkên xwe yê mirovî pêkanîn e.

Me dema destpê şoreşa gelan kir em bi îrade û biryardariya gelê bawer bûn, îro jî emê bi heman baweriyê parastina şoreşa xwe bikin. Em weke YPJ’ê bang li gelê xwe yê çar aliyên welat dikin, her bihûsta xaka welat bi xwîna zarokên we hatiye rizgarkirin, pêwîste gelê me li hemberî van êrîşan asta biryardariya xwe bilind bikin. Gelê me di şert û mercên herî zehmet de ji bo pêşxistin û mezin kirina şoreşê berdelên giran dan, îro jî ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe li qadan bin.

Bila tevahî qada navnetewî bizanibe emê herdem, çi dibe bila bibe destkeftiyên şoreşa xwe  biparêzin û emê nehelin ku tu hêzeke dagirker gav biavêje li ser axa me ya pîroz.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

05.10.2023

Check Also

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di şoreşa Rojava de yekîtiya gelan bi pergala modernîteya demokratîk re şênber bû. Jinên Kurd …