Hêzên dagirker welatiyek din revandin û fidiyeyê ji malbata wî dixwazin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Mosaka yê herêma Racoyê welatiyek revand û êşkencekirin, ji bo serbestberdana wî fidiye ji malbatî wî dixwazin.

Çavkaniyek ji gundê Mosaka yê  herêma Raco ya kantona Efrînê ji  me re diyar kir ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Şêrwan Mistefa (34 sal) beriya du rojan ji werşeya wî ya dirûtinê ya li Efrînê revandin.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan welatî êşkence kirin û bi cihekî nediyar ve birin.

Heman çavkanî li ser zimanê malbata Şêrwan diyar kir ku çeteyan ji bo serbestberdana wî fidiye ji malbatê xwestine.

Tê zanîn, ku li Efrînê tevî dizî û talankirina milkên sivîlan, rojane bi mebesta xwestina fidiyeyan sivîl têne revandin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …