Akademiya şehîd Nejbîr a şervanê nû ku ji pêkhatiyên Ereb û Kurd pêk dihat, dewreya berî 45 rojan hatibû destpêkirin bi merasîmeke leşkerî û bi soz dayîna şervanan re hat bidawîkirin.
Fermandara YPJ’ê Sema Efrîn beşdarî merasîma bi dawîkirina dewreyê bû û wiha got :” Em dewreya şehîd Nejbîr li serok APO, tevahî malbatên şehîdan, gelê me û hemû Hevalan pîroz dikin.
Her wiha fermandar Sema Efrîn got: “Her Hevalekê di felsefeya Rêber APO ya jiyana azad, di xeta şehîdan de xwe pêş xistin. Rêber APO ji bo jina kurd, jina ereb, jina siryan û hemû jinên cîhanê û felsefeya jiyana azad pêşkêş kiriye. Em her jinek dikarin xwe bi dîtina perwerdeyê re xwe bighînin vê jiyana azad. Bi bawerî, hezkirin, îdolojî û felsefeyê hûn dikarin xwe bighînin asta tevlîbûneke xurt a ji vê dema pêşiya me de.”
Her wiha fermandar Sema Efrîn, bal kişand ser rola YPJ’ê di Rojava de û got :” Hevalan lêhûrbûyînek dan avakirin û em hêvîdar in di vê mijarê de bikaribin rola xwe bilîzin. Perwerdeya ku Hevalan dîtin di nava yekîneyên xwe de bikaribin bi jiyanî bikin. Em li ser wê bingehê ji hemû Hevalan re serkeftinê dixwazin.”
Piştî fermandara YPJ’ê Sema Efrîn axaftina xwe bi dawî kir, şervanan bi dirûşmeyên (BÊ SEROK JIYAN NABE, JIN JIYAN AZADÎ, ŞEHÎD NAMIRIN) merasîm bi dawî kirin.
Şervanên ku cihê xwe di dewreyê de girtine hestên xwe wiha anîn ziman, şervana YPJ’ê Sozdar hesekê got :” Armanca tevlîbûna min ez xwe ji paşverûtiyên civakê xilas bikim û azad bibim, tişta herî bala min kişand perwerdeya li ser dersa jin, jin û şer û şerê taybet bû. Min nas kir jin dikare şer bike û parastina welatê xwe bike, armanca min ewe ku mafê jinê û welatê xwe biparêzim. Ev parastin çi li Kobanê û çi li Dêrezorê ji min bê xwestin ez amade me biçim.”
Şervana YPJ’ê Berfîn cûdî got:” Ez gelekî bi YPJ’ê bandor bûm û jê hez kir. Ez di perwerdeyê de fêrî pir tiştan bûm û gelek tişt jî me di xwe de guhertin, armanca min ewe em Rêber Apo rizgar bikin û welatê xwe rizgar bikin. Heta nefesek di canê me de hebe em amade ne tekoşîn bikin. Ger êrîş li ser Girê spî, Kobanê û Dêrezorê were her tim em amade ne.”
Şervana YPJ’ê ya bi navê Ararat Serêkaniyê axivî û got :” Di perwerdeyê de fikrê me pir berfireh bû û em hîn jî dixwazin xwe kûr bikin. Ji bo me kûrkirin di famkirina Felsefeya Rêber APO de derbas dibe. Ez bi hemû îradeya xwe û di hemû milan de him fîzîkî,ruhî û him jî fikirî amade me parastina welatê xwe bikim û di her alî de parastina mafê jinê bikim.”
Şervana YPJ’ê Amara Hesekê got :” Di sîstemê de mafê jinê ne yê axiftin û ne jî yê nêrînên xwe anîna ser ziman hebû lê belê, dema ez tevlî YPJ’ê bûm û nava perwerda ku me dîtî de min naskir ku jin mafê wê heye, îradeya jin heye û dikare şer bike. Di nav Hêzên YPJ’ê de rihê Hevaltiyê û fedayîtiyê her li pêşe, her wiha displîna di nava YPJ’ê de hişt ku ez kesayeta xwe ava bikim, armanca me ewe em welatê xwe biparêzin.”
Girtina dewreyê bi govenda Şervanan bi bawî bû