JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

Berxwedanî ji bona gelê bindest her dem buye rêya jêvenegeri yê. Ji ber wê ye ku îro li hemberî xeta îxanetê xeta berxwedaniyê di şexsê Gulîsorên vî welatî de mohra xwe li dîrokê dixe.

Gelê ku hêviya wan hatibu binaxkirin û dîroka wan tûne dihat hesibandin, rastî her cure talan û tûnekirinê hatibin jî, tû caran ji bîr nekirine ku xwedan dîrokeke kevnarin. Mane ji bo wê ye ku di zindana Amedê de Mazluman bi canê xwe bun pênaseya rasteqîn a vê dîrokê. Keça Ameda berxwedêr Rojna Egîd jî li bajarê berxwedaniyê di sala 1975’an de çavên xwe li cîhanê vedike. Hevrêya me di nav malbateke welatperwer a ku li ser şopa çîroka berxwedaniya Şêx Seîdê Pîranî re mezin dibe. Rojnaya dil wêrek her ku bi êşa gelê xwe dihese, her ku şahidiya dagirkeriya dijmin dibîne hêrsa tolhildanê di dilê wê de mezin dibe. Ma ne wexta mijar dibe tolhildan, zarokên vî welatî hemu sînorên ku ji bona wan hatine xêzkirin nasnakin û di her kêliyê de dibin dengê tolhildana êş û azara gelê xwe. Hevrê Rojna jî ji ber ku di nav çanda berxwedaniyê de mezin dibe heman teybetmendî di sekin û kesayeta wê de xwe dihewîne. Ev jî ji bona hevrê Rojna dibe sedema herî mezin a tevlêbuna nav rêfên tevgera azadiyê. Biryara tevlêbuna keça Ameda berxwedêr ji bo êş û azara ku gelê wê jiyaye, li hemberî dijminê dagirker bibuya bersiva tolhildana herî mezin. Bi vê bîr û baweriyê Rojna Egîd di sala 1991’an de berê xwe dide nav nav refên Tevgera Azadiyê. Weke jineke Pîranî tevlêbuna hevrêya me Rojna ji bo Tevgera Azadiya Gelê Kurd dibe bersiva rakirina tola sedsalan ji dagirkeriyê. Pênaseya jiyaneke azad ji bona hevrê Rojna dibe mîna aveke ku bê rawestîn, diherike. Ew jî di her kêliya jiyana xwe de weke jineke şoreşger mirov çawa dikare bibe xwebun û çawa dikare bibe kesayeteke bi îrade di şexsê xwe de ji rêhevalên xwe yên dozê re dibe nimuneya jiyînê. Keça Pîrana berxwedêr Rojna di gelek qadan de cîh digre û tekoşîna ji bo azadiya welatekî azad dide domandin. Bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Rojava re ji çiyayên azad berê xwe dide Kobanêya berxwedêr. Ji ber ku di nav çanda berxwedaniya Pîranê de mezin dibe di kolanên Kobanê de jî bê ku raweste bi heman kevneşopiyê dibe dengê tolhildana qêrîna jin, zarok, kal û pîrên vê xakê. Hetanî dawiyê jî bi heman coş û kelecana serkeftinê di çeperên berxwedaniyê de dibe nobedara soza xwe.

Şoreşan her dem di dem û wextên xwe de bi xwere gelek şopên ku tesîrên gelekî mezin li ser civakan dayîne avakirin di pey xwe de hiştine. Bê guman di encama keda bi sedsalan de şoreşa ku îro ji bona wê ked tê dayîn bi saya şervan û fermandarên mîna Rojnayan de gihîştine van rojan. Mirinê li hemberî ked û fedekartiya wan careke din ji xwe şerim kir. Rêheval Rojna di destpêka şoreşê de di hemu pêngavên rizgarkirinê de di çarçoveya xebatên cûda cûda de bi sekna xwe ya berxwedêr, bi fermandartiya xwe ya dilnizim ji rêhevalên xwe yên dozê re buye çavkaniya hêz û baweriyê. Buyîna şoreşger û fermandara kêliyê ji bona hevrê Rojna di hemû kar û barên şoreşê de yek jî ji pîvanên esasî yên serkeftinê bu. Ji bona wê jî ked û fedekartî di şexsê Rojnaya dilwêrek de li rastiya pênaseya xwe digeriya. Ji ber ku di nava rupelên şoreşeke wiha de cîh girtin ked, fedekartî û têkoşîneke bê eman dixwaze. Gulîsorên mîna Rojnayan jî di wê zanistê de ne ku ji bo rizgarkirina xakekê û ji bo avakirina welatekî bi ewle ji canê wan bûhatir tiştekî din nîne ku di oxira wê de feda bikin. Ma ji bo gelekî wiha berxwedêr û welatekî mîna bihuşta ne hêjaye ku mirov di oxira wê de hezar carî can bide. Hevrê Rojna ji ber ku bi vê zanebûnê dijiya di dil û mejiyê gel û hevreyên xwe de bû nimuneya ked, fedekartî, bîr û bawerî yê.

Çawa ku coş û kelecana rizgarkirina xaka vî welatî di çavên gel û şervanan de mîna zelaliya rojê diteyîsî, soza tolhildana ku Rojnaya dilwêrek jî dabu gelê xwe êdî gihîştibu armanca xwe. Piştî bi destxistina xakeke bi ewle şunde di kar û xebatên birêxistinkirina gel û bi taybetî jî di rêxistinkirina jinan de hevrê Rojna bu xwedan kedeke pir mezin. Ji ber hevrê Rojna di wê zanebunê de bu ku avakirina mirovekî bi qasî lidarxistina şoreşekê zehmetiyên xwe hene. Her çiqasî kar û xebatên zehmetbin jî ev ji bona hevrê Rojna tû caran astengî neda avakirin. Ji ber ku bi zanebun, bi eşq û bi heskirin kar û xebat dayîna meşandin her dem bi xwe re encamên serkeftî anîne. Ji bo avakirina civakeke wisa bi taybetî di her alî de pêşxistina jinan ji bo hevrê Rojna xebata herî sereke bu ku têde serkeftinê bidest bixe. Ji bo ku bigihîje armanca xwe jî bê ku bêje şev û roj bi fedekartiyeke pir mezin xebat dan meşandin. Eger îro jin û ciwanên vî welatî gihîştibin wê zanebûnê ku berê xwe didin nav refên şoreşê, bê guman keda fermandarên mîna Rojna ya dil wêrek jî para xwe di vê serkeftinê de digre. Dijminê ku tû caran ji mijandina xwîna zarokên vî welatî têr nebûye weke her carê serkeftina wan jî hezim nekiriye û êrîşên xwe yên hovane tim domandiye. Ji ber ku dizane di hemû kar û xebatên vê şoreşê de a ku pêşengtiya wê, fermandartiya wê dike jine hîn zêdetir har dibe û êrîşên xwe dijwartir dike. Vê carê jî hevrêya me Rojna Egîd di 2’yê Îlona 2023’an de di êrîşên ezmanî yên dewleta Tirk a dagirker de gihîşt asta şehadetê.

Di serî de em ji malbata hevrêya xwe Rojna Egîd re sersaxiyê dixwazin. Em weke rêhevalên fermandar û hevrêya xwe Rojna Egîd didin diyarkirin ku wê soza tolhildana me bibe tacîdarkirina welatekî azad û aram.

 

 

Navenda Ragihandina YPJ’ê

5/9/2023

Check Also

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di şoreşa Rojava de yekîtiya gelan bi pergala modernîteya demokratîk re şênber bû. Jinên Kurd …