Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de, di 15’ê Îlonê de li bajarê  Minbicê  Endama Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê û Fermandara Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervîn Serdar û hevrêyên me Nûcan Ocalan û  Canda Cûdî tevlî karwanên nemiran bûn.

Dewleta Tirk a qirker, her roj bi rêbazên xwe yên derveyî pîvanên şer êrîşî gelê me û pêşengên şoreşa Bakûr-Rojhilatê Sûrî dike. Tekoşîna me di dilê desthildariya xwînmêj a Erdoxan de tirs û xofeke mezin avakiriye. Dewleta Tirk a dagirker ji aliyê daîreya şerê taybet ve tê rêvebirin. Di tu demên dîrokê de qirkirineke bi vî rengî  rêxistinkirî, li ser gelan nehatiye meşandin. Îro jî navenda vê qirkirinê Sûriye ye. Dewleta Tirk a ku bermahiyê desthildariya Osmaniya ye, cardin dixwaza axa me bi feraseta nûjen a Osmaniya demê re  dagir bike û bi rêve bibe. Ji ber wê jî bi êrîşên xwe yên pir alî hewl dide her dengê ku ji bo azadî û demokrasiyê bilind dibe, bitepisîne.

Weke Yekîneyên Parastina Jin, ji destpêka tekoşîna xwe heta roja îro em wek mertaleke parastinê li hemberî van êrîşan disekinin. Me di oxira vê armanca xwe de bi sedan şehîd dan. Ev rastiya me çavên tevahî civakên ku li azadî û mafên xwe digerin ji jiyaneke nû re vekir. YPJ bi tekoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê, bû îfadeya ruhê jinên ku ji bo mirovahiyê hebûna xwe feda dikin. YPJ, li seranserî cîhanê weke model û hêviya jiyaneke nû ya gelan tê pênase kirin. Lê îro ev jinên leheng bi fermana Erdoxanê ku dijminê îrade û hebûna jinane, tên armanc kirin. Di dîroka 15’ê Îlonê de di salvegera êrîşên li ser Kobanî de cardin armanc girtina jinên şoreşger ne rasthatineke. Ev dijminahiya dewleta Tirk a dagirker, hezim nekirina têk çûyîna DAIŞ’ê îfade dike.  Di heman demê de bi armanca şikandina îrade û motivasyona şoreşê, van êrîşan pêk tînin. Nirxên ku Rêber APO li ser vê axê daye afirandin, di nava xwe de malbetên welatparêz û demokrat ava kir. Ev yek jî tu cara nahêle ku dijmin encam bigre û şa bibe. Rêber Apo bi tekoşîn û keda xwe ya li tevahiya Sûrî daye meşandin, civakeke bi nirx ku di nava xwe de rastiya malbatên welatparêz û demokrat dihewîne, afirandiye. Yek ji wan malbatan jî malbata Fermandar Şervîne ku zarokên xwe bi ked û nirxên welatparêziya mezin kirin û di dilê wan de eşqa welatekî azad çandin.

Fermandar Şervîn di sala 1981’an de li bajarê Dirbêsiyê ji dayîk dibe. Di sala 1998’an de jî tevlî nava refên azadiyê dibe. Fermandar Şervîn li çiyayên azad dest bi tekoşîna azadiyê dike û piştî salên dirêj yên ji warên azad berê xwe dide şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Fermandar Şervîn di 25 salên jiyana xwe ya şoreşgerî de, bi baweriya bîrdoziya Rêber APO a azadiya jinê û bi ruhekî fedayî bi erkên xwe yên şoreşgerî rabû. Xeta fedayîtî û kesayeta mîlîtan a ruhê demê bi kesayeta fermandar Şervîn re heman wateyê dihewîne. Weke fermandareke jin a pêşeng ji bo avakirin, parastin û mayînde kirina şoreşê di hemû qadên jiyanê de kar û xebateke bê hempa da meşandin. Ji qada siyasî, dîplomasî û heta parastinê xeta mîlîtaniya Apoyî temsîl kir. Weke fermandareke jin heta dawiyê ji serkeftina şoreşa gelan bawer kir. Fermandar Şervîn ji bo têkbirin û asteng kirina polîtakayên qirêj ên hêzên derva yên ku bi armanca  xirab kirina yekîtiya gelan herî dawî li herêma Dêrazorê hate plan kirin, di  ‘Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê’ de weke fermandareke jin ji bo têkbirin û pûçkirina van planên qirêj roleke pêşeng leyîst. Di her kêliya jiyana xwe de bû yek ji kesên ku karibû heqîqeta Jin, Jiyan, Azadî di kesayeta xwe de temsîl bike. Hevrê û Fermandara wêrek Şervîn weke jineke şoreşger ku heta dawiyê xwedî li pîvanên jina azad derket, di  nava refên azadiyê de bû fermandareke şoreşa azadiya gelan.

Şoreşa azadiyê bi mîrateya şoreşgerên weke fermandar Şervîn her demê zîndîbûn û herikbariya xwe domand û weke meşeke maratonê destkeftiyên şoreşa jin ji neslekî derbasî neslekî din dibe. Tevlîbûna hevrêyên me Nûcan  û Canda jî îfadaye vê rastiyê dike.

Hevrê Nûcan di temeneke ciwan de ji bo ku destkeftiyên şoreşê biparêze û rê nede êrîşên dagirkeriyê beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Hevrê Nûcan ji bajarê Minbicê ye û bi ciwaniya xwe di nava refên azadiyê de temsîliyeta ruhê jinên ciwan kir. Bi dilsoziya xwe ya ji nirxên şoreşê re kesayeta xwe xurt kir û ji bo avakirina pergala modernîteya demokratîk bi erkên xwe yên demê rabû.

Hevrê Canda Cûdî jî bi eslê xwe ji bajarê Girê Sipî (Til Ebyad) e û piştî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser bajarê Girê Sipî,  bi hêrsa tolgirtina ji dagirkeriyê tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Hevrê Canda xwedî li nirxên civaka xwe derket û bi ruxmî ku dayîka du zarokan bû jîi tu carî xwe paşde neda û ji bo pêşeroja tevahî zarokên welatê xwe heta hênaseya xwe ya dawî bi erkên xwe yên şoreşgerî rabû. Hem di perwerdeyên leşkerî hem jî di yên bîrdozî de di demeke kurt de bû xwedî çawaniyeke xurt û di eniyên herî pêş de li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk cihê xwe girt.

Hevrêyên me Şervîn, Canda û Nûcan ruhê hevaltiya rast, yekîtiya armanc û rêgez  temsîl kirin. Bê tereddût, bê tirs û bi ruhekî wefadar erkên xwe bi cih anîn û di oxira wê de canê xwe feda kirin.

Di serî de ji bo malbatên hevrêyên me yên hêja Fermandar Şervîn, Canda û Nucan, em ji tevahî gelên xwe yên ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê tekoşîn dikin û serî natewînin, sersaxiyê dixwazin.

Me her bihusteke axa welat bi ked û xwîna hevrêyên weke Fermandar Şervîn, Canda û Nûcan, ji hemû kirêtiyên feraseta dagirker paqij kir. Li ser vê esasê jî emê herdem xwedî li keda hevrêyên xwe yên şehîd derbikevin û emê bibin milîtanên tolhildanê. Wê tu carî ezim û îradeya me neyê şikandin.

 

Nasnameyên Hevrêyên me wiha ne:

Nasnav: Şervîn Serdar

Nav û Paşnav: Îman Mehmûd Derwêş

Navê dayîk: Dilşa

Navê bav: Mehmûd

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic  – 15.09.2023

Nasnav:  Canda Cûdî

Nav û Paşnav:  Sara Mihemed Ebdî

Navê dayîk: Şemsê

Navê bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic – 15.09.2023

 

Nasnav:  Nûcan Ocalan

Nav û Paşnav:  Şîlan Mihemed Ehmed

Navê dayîk: Sîham

Navê bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic  – 15.09.2023

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

16.09.2023

 

Check Also

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di şoreşa Rojava de yekîtiya gelan bi pergala modernîteya demokratîk re şênber bû. Jinên Kurd …