Şervanên YPJ’ê di şikandina êrîşên Tirkiyeyê de pêşeng in

EFRÎN – Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de li herêma Efrînê berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Şervanên YPJ’ê diyar kirin ku dê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin.EFRIN-PESENGTIYA-YPJ-DI-ERISAN-DE (1)

Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi rengê jinan di hemû aliyan de hate xemilandin. Di berxwedana serdemê ya Efrînê de jî şervanên YPJ’ê ku di bin sîwana QSD’ê de tevdigerin de pêşengtiya şikandina êrîşên hovane yên artêşa dagirker a Tirkiyeyê dikin.

Şervanên YPJ’ê li rex êrîşên balefirên artêşa dagirker dîsîplîna xwe zêde kirine û li seranserî eniyên şer cihê xwe digirin û bi roleke balkêş di parastina welatiyên herêmê de radibin. Şervanên jin bi rihekî berpirsiyar û şoreşger bi moralên bilind tevdigerin.

 

Şervana ji pêkhateya Ereb a bi navê Arîn Mîrkan diyar kir ku ev 6 roj in ew li eniyên pêşîn cihê xwe digirin û wan gelek êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê têkşikandin.

Arîn destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê dagirkeriya herêmê ye û wiha anî ziman: “çeteyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li seranserî herêma Efrînê welatiyên sivîl armanc digirin. Ev yek tê wateya ku Tirkiye dixwaze welatiyan koçber bike da ku serweriya xwe li ser herêmê ferz bike.”EFRIN-PESENGTIYA-YPJ-DI-ERISAN-DE (4)

Di heman çarçoveyê de şervana bi navê Silava Çiya diyar kir ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi balefir û çekên giran deverên sivîlan arman dikin da ku moralên şervanan lawaz bike û da zanîn ku di bin çi buhayê de be ew ê berxwedana xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawî berdewam bikin.

Silava bal kişand ser rola şervanên YPJ’ê di rêveberiya berxwedana serdemê ya dîrokî de û got ku ew li seranserî eniyên pêşîn cihê xwe digirin û ti carî nahêlin dewleta Tirk destdirêjiyê li herêma Efrînê bike.

Êrîşa hovane ya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê di roja 6’an de berdewam e û hemû êrîşên wan rastî bersiva şervanên azadiyê tên.

 

EFRIN-PESENGTIYA-YPJ-DI-ERISAN-DE (2)

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …