QSD: bîlançoya 24 seatên dawî ya şerê ”Tunekirina Terorê”

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerên 24 saetên dawî yên Pêngava “Şerê Tunekirina Terorê” eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Eniya Baxoz / Gundê Şecel: Şevê din şer  li vê eniyê rû da, çeteyan çekên navîn bi kar anîn, di heman demê de balafirên Koalîsyona Navdewletî bargehên wan kirin hedef.

Li eniya li beramberî bajarê Hecîn, di navbera hêzên me û çeteyan de şer rû da, derbarê kuştin û birîndarên çeteyan de agahê nehatin zanîn, lê hejmareke ji wan reviyan û doçkaya 12.5 û miqdarek cebilxane li pey xwe hiştin.

Îro jî di saetên sibehê de, hêzên me pêşveçûnên xwe yên li Baxozê dewam kirin û hejmarek nuqteyên parastinê li vê deverê ava kirin, di heman demê de tîmên taybet ên rakirina mayînan xebatên xwe dewam kirin, di vê çarçoveyê de 30 mayîn bê bandor kirin.

– Tevgereke maşîneyên çeteyan hatin dîtin, li ser vê yekê balafirên koalîsyên erebeyeke leşkerî kir hedef, di encamê de erebe hate rûxandin. Hêzên me devereke ku doçka lê hatibû bi cihkirin hedef girtin û rûxandin.

-Hêzên me xebatên lêgerînê li vê deverê didomînin, di xebatên paqijkirinê de, miqdareke çekên ferdî û cebilxane hatin desteserkirin.

Eniya Sûsa: Li eniya Sûsayê , ji şevê din heya saetên vê sibehê şerên dem dem rû dida.

-Di saetên şevê di navbera hêzên me û çeteyan de şerê derket, hêzên me 1 km pêşde çûn û gelek nuqte rizgar kirin.

-Tîmên taybet ên rakirina mayînan bi dehan mayîn bê bandor kirin.

-Hêzên me li vê eniyê tevgera çeteyan şopandin û 3 ji wan kuştin, balafira koalîsyonê 4 êrîş pêk anîn, tuneke çeteyan rûxandin û 8 çete kuştin.

Bîlanco:

– Dirêjahiya 2 km û ferahiya 1.5 km û rûpîvana 2.7 km2 ji çeteyan hatin rizgarkirin.

-Êrîşên hawayî: 6.

– 11 çete hatin kuştin.

– 3 wesayîtên leşkerî û yek doçka li ser hatin rûxandin.

-34 mayîn hatin bê bandorkirin.

 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

23-09-2018

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …