Fermandariya Giştî Bi Sê Şandeyên Serok Û Şêxên Herêma Dêra Zorê Û Gundewarê Wê Re Civiya

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Endama Fermandariya Giştî a YPJ Rohilat Efrîn û Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Elham Ehmed bi sê şandeyên ji serok û şêxên eşîrên herêma Dêra Zorê û gundewarê wê re civiyan, di çarçoveya civînên ku ji aliyê Fermandariya Giştî ve ji bo danûstandina bi rêveberên civakê re pêk tên.

Her li vê hevdîtinan de Fermandarê Giştî pêşketinên siyasî û leşkerî yên navçeyê û pêşhatên gengaz ên rewşê û amadekariyên rûbirûbûna her rewşên awarte yên di warê ewlehî û leşkerî de nirxandin.

Fermandarê Giştî her wiha bi serok eşîran re rewşa jiyan û xizmetguzariyê, kêmasiyên têkildarî saziyên xizmetguzariyê û planên alternatîf ên ji bo derbaskirina zehmetiyan nirxand û bang li aliyan kir ku ji bo derbaskirina kêmasiyan alîkariya saziyên rêveberiyê bikin û zêdetir hevkariyê nîşan bidin ji bo kêmkirina bandorên şer li ser xelkê, her wiha tekez kir ku ewê bi saziyên pêwendîdar re gotûbêjan bikin da ku kêmasiyan derbas bikin û bilez çareserî bibînin.

Fermandarê Giştî tekez kir ku pêwîste hay ji nakokî û pirsgirêkên ku aliyên girêdayî hikûmeta Şamê hewl didin li herêma Dêrezorê derxînin, were girtin, û da zanîn ku ev nakokî dê ewlehî û aramiya her kesî bike armanc, û tenê neyarên paşeroja herêmê û xelkê wê jê sûdê werdigirin.

Fermandeyê Giştî amaje bi hewlên çeteyên DAIŞê ku bi armanca têkbirina aramiyê jî kir û tekez kir, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hember pûçkirina şaneyên terorîstan û jinavbirina bi temamî wan rawestin û gavê şûnde navêjin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

05 Tebax 2023

                  

Check Also

Şandeya Jinan Bi Boneya Salvegera Sê Jinên Tekoşer Serdana YPJ’ê kirin

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta her sê jinên têkoşer Jiyan Tolhildan,Roj Xabûr û Barîn …