Di Nava Eniyên Şer De Bi Rêxistin Kirina Jiyanê

Merheleya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû leza xwe didome. Şervanên YPJ’ê wiha behsa şer û jiyana di nava şer de dikin.

Şervana YPJ’ê Viyan Niseybîn wiha behsa pêşveçûna wan û rêkû pêkkirina jiyana xwe kirin; “ weke şervanên YPJ’ê em di nava pêngavê de cîhê xwe digrin. Bi îradeyeke pir xurt em pêş de diçin. Rojane cihên stratejîk ji destê çeteyan tên girtin. Ev pêngav wê bibe dawiya çeteyan. Teqtîkên şerê wan bi giranî rext û maşîneyên teqemeniyê ne. Ev jî lewazbûna wan dide diyar kirin.

Em di nava şer de jî tenê xwe weke hêzeke şer nabînin.  Di nava şer de em xwe perwerde dikin. Di heman demê de ji bona ava kirina civakek nû tekoşîn dikin. Em hêza xwe ji birdoziya xwe digrin. Ji ber hêzeke ku ne xwedî birdozî be wê nikaribe şer jî bike.

Şervana YPJ’ê ya bi navê Dijle Mêrdîn jî cihê xwe di pêngavê digire û wiha behsa şert û mercên ew têde şer dikin kir; “Di eniyên şer de em jiyana xwe ya rojane didin domandin. Dema pêwîst dike pirtûk xwendina me çêdibe. Em weke şervanên YPJ’ê girîngî didin moral dayîna hevdû. Em grûbek biçûk bin jî,  xwe perwerde kirinê esas digirin. Armanca me rizgar kirina gelê Dêre zorê ye. Di oxira vê tekoşînê de em amadene biçin şehadete jî.

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …