Hêzên dagirker bi darê zorê şêniyên Efrînê ji malên wan derdixin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê niştecihên Efrînê yên resen bi darê zorê wan ji malên wan derdixîn û malbatên ji derve li şûna wan bi cih dikin.

Li gorî çavakniyên herêmî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, niştecihên gundê Kokana Jorîn ê navçeya Mabatayê bi darê zorê ji malên wan derdixînin û li şûna wan malbatên ji derveyê Efrînê bi cih dikin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker li welatiyê bi navê Ebdo Yûsif ê 73 salî û Umer Cemîl ê 70 xistin dema ku qebûl nekirin ji malên xwe derkevin.

Di heman demê de, hate gotin ku, artêşa dagirker gule li muxtarê gundê Mihemed Hemo reşandin û ew birîndar kirindema ku qebûl nekir mala xwe ji kesên biyanî re vala bikin.

Çete û leşkerên artêşa Tirk  dagirker girtin ser malbatên gundê Kokana Jorîn û Jêrîn û gundê Dar Kera û niştecihên wê neçar kirin ku ji malên xwe derkevin da ku malbatên ji Idlibê li şûna wan bi cih bikin.

Heman çavkaniyî diyar kir ku du kes ku navên wan nehatin naskirin ji gund hatin revandin, her wiha gef li Şêx Cemîl û Elîko hatin xwarin ku malên xwe berdin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …