Ji Bo Tolhildana Şehîdên Qamişlo, Hêzên Me Li Dijî Çeteyên Dewleta Tirk Çalakî Li Dar Xistin

Ji çapemenî û raya giştî re

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên çete li hember heremên me berdewam dikin. Komeke çete ku ev êrişan li dar dixistin ji aliyê yekineyeke me ve hat şopandin. Di roja 7ê tebaxê de, di navbera Til Temir û Serêkaniyê de, li gundê Erîşa, li hember vê koma çeteyan çalakiyek serdagirtinê hat lidarxistin. Di encamê vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin. Di haman demê de di vê çalakiyê de şervanek Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê jî gihişt şehadetê.

Ev çalakî ji bo tolhildana hevalên me yên ku di roja 3ê Tebaxê de li Qamişlo di encama êrişa balafira bêmirov ya artêşa Tirk a dagirker de gihiştin şehadetê hat lidarxistin.

Check Also

Şandeya Jinan Bi Boneya Salvegera Sê Jinên Tekoşer Serdana YPJ’ê kirin

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta her sê jinên têkoşer Jiyan Tolhildan,Roj Xabûr û Barîn …