Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li herêma Efrînê bi hemû rêbazên çeteyên DAIŞ’ê didomînin. Artêşa Tirk û komên çete destdirêjiyê li hemû mezar û deverên dîrokî yên Efrînê dikin. Herî dawî artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Goristana Henan a navçeya Şera gorên nemir Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî û gelek kesayetên welatparêz û oldar ji hestiyên wan vala kirin.

Girîngiya Goristana Henan

Yek ji kevntirîn mezar û goristanên li herêma Efrînê Goristana Henan e û li vir gelek kesayetên welatparêz, oldar û kesayetên dîrokî yên Kurd hatine spartin.

Dr. Nûrî Dêrsimî

Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 1894’an de li gundê Axzûnîk a girêdayî Dêrsimê ji dayik bû. Bavê wî Îbrahîm e û dayîka wî Zelîxa ye û girêdayî eşîra Miliyan e. Dêrsimî ji ciwantiya xwe ve beşdarî nava kar û xebatên siyasî bû û Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê li rex hin hevrêyên xwe yên dibistana amadeyî ava kir.

Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 1973’yan de li Efrînê jiyana xwe ji dest da û di sala 1994’an de jî hevjîna wî Ferîde jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî li Goristana Henan a navçeya Şera hatin spartin. Dr. Nûrî Dêrsimî di salên 40’î de ji ber hovîtiya hikumeta Tirkiyeyê neçar dimîne ji Tirkiyeyê koçber bibe û li bajarê Helebê bi cih dibe.

Tirkiye şaristaniya bi hezaran salan hildiweşîne

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê deverên dîrokî û şûnwarên ku dîroka wan vedigere bi hezaran salan, hildiweşîne. Artêşa Tirk bi balafiran êrîşî girê Endarê (perestgeheke serdemên herî kevnar e) kir. Artêşa Tirk û komên çete her wiha destirêjî li gelek deverên dîrokî yên herêma Efrînê kir, wekî Dêra Mar Maron li navçeya Şêrewa û Keleha Nebî Horî (Sîros).