Nesrîn Ebdulah: YPJʹê ne tenê hêzeke leşkerî ye

 

    BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPj  – QAMIŞLO – Berdevka Fermî ya YPJʹê diyar kir ku YPJʹê ne tenê hêzeke leşkerî ye û got ku YPJʹê tenê hêzeke leşkerî nîn in, YPJ’ê hêzeke bîrozî û rêgezên ku pê bawer dikin hene.

Berdevka Fermî ya YPJʹê Nesrîn Ebdulah ku beşdarî yekemîn kongeriya dîplomasî ya jinan bû têkildarî 8ʹê Adarê ji me re axivî û nirxandinên girîng kirin.

Nesrîn Abdulah di destpêka axaftina xwe de got ku roja 8ʹê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: ʺ Divê roja pîroz de em silavên xwe ji hemû jinên tekoşer re rê dikin. Ji bo rojeke wiha pîroz di salê de rojek têrê nake.  Ji ber vê yekê divê jin hemû rojên sale bikin rojên jinê. Ji ber ku jin jiyanê diafirîne û civakbûyînê bi hêz dike. Bi vê munasebetê divê em wekî YPJʹê jî tekoşîna xwe mezin bikin û azadiya jinan mayînde bikin.ʺ

ʹYPJʹê ne tenê hêzeke leşkeriyeʹ

Nesrîn Ebdulah di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hêzên YPJʹê ne tenê hêzeke leşkerî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺEm tenê hêzeke leşkerî nîn in, YPJ’ê hêzeke bîrozî û rêgezên ku em pê bawer dikin hene. Yek jê jî ew ku jin xwe rêxistin bike û di hundirê xwe de hestê yekîtiya jinan ava bike. Bi vê yekê bibe xwedî derfet û hêzeke mezin.ʺ

ʹZehmetiyên heyî xurtkirina tekoşînê feriz dikinʹ

Nesrîn Ebdulah di berdewama axafitina xwe de da zanîn ku zehmetiyên heyî li ser jinan feriz dike ku tekoşîna xwe xurtir bike û wiha dom kir: ʺBi tekoşîn û rêxistinbûyîna xurt, jin dikare roleke mestir bigire û destkeftiyên mestir pêk bîne. Pêwîste durşmeya 8ʹê Adarê cûdabe, hemû jin bi vê bûneyê mil bidin hev û xwe birêxistin bikin. Di tekoşîna jinan de gelek pêşketin hatiye bidest xistin, bi hezaran jinan canê xwe feda kirin. Bi vê yekê jinan nasnameyeke bi dest xistiye û bi vê yekê niha 8ʹê Adarê tê pîrozkirin.ʺ

Nesrîn Ebdulah da zanîn ku jin her dem ji bo aştiyê tekoşînê dike û wiha dom kir: ʺJin hezkirina aştiyê ye, em wekî hêzên YPJʹê jî aştiyê di cewherê xwe de dibînin.  Em ji bo hedefa me ya tekoşînê ji bo parsitna jiyana komînal e.ʺ

Berdevak Fermî ya YPJʹê di dawiya axftina xwe de jî got ku tekoşîna wan a di çeperên şer de sozdayîna bi hemû jinan re ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺŞerê yê di çeperên pêş de li dijî DAIŞʹê sozdariya me bi me ya bi tekoşîna jin re nîşan dide. Li ser vî esasî xwedîderketina me li 8ʹê Adarê diyar dibe. Em bang li hemû jinan dikin ku rêxistinkirina xwe xurtir bikin û xebatên xwe pêş bixin.ʺ

https://youtu.be/XzVTFxxAEec

Check Also

‘Bi rizgarkirina Reqa re wê mirovahî xwe nû bike’

REQQA – Fermandarê QSD`ê Mahîr Kurdî diyar kir ku bi rizgarkirina Reqa re dîroka mirovahiyê xwe …