admin

YPG bi beşdariya Rûsya: Rojhilatê Dêrazorê bi temamî rizgar bû

DÊRAZOR – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku bi hevkariya eşîreyên Ereb û destekdayîna ji Rûsya û Koalîsyona Navnetewî herêma rojhilatê Dêrazorê bi temamî ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin. YPG’ê diyar kir ku ew amade ne bi van hevalbendên xwe re odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin. …

Read More »

YPJ roj bi roj mezintir dibe

 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Akademiya Şehîd Şîlan a YPJ’ê ya li Kantona Efrînê “Dewreya Şehîd Xwînda” bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû. Di merasîma bidawîkirina dewereyê de, gelek fermandar, şervanên YPJ’ê û Eniya Parastina Jin a Şehbayê amade bûn. Merasîm ji bo bîranîna cangorıyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, …

Read More »

Welatiyên Girê Spî cenazeyê Şehîd Hîşam Mustefa oxir kirin

GIRÊ SPÎ – Bi sedan welatiyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Hîşam Mustefa ku di çalakiya paqijkirina mayînên çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Reqayê şehîd ketibû xor kirin. Piştî ku bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê di 17’ê Cotmehê de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, …

Read More »

Pengava Bagera Cizîrê: 72 çete hatin kuştin

DÊRAZOR – Di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê de li gundê Siwedanê şêr û pêvçûnên giran berdewam dikin û heta niha 72 çete hatin kuştin. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ku 84 roja berdewam dike de şervanên QSD darbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin. Herî dawî li gundê Siwedan ku dikeve 25 …

Read More »

YPG’ê ji bo şehîdên Qereçoxê koşeyek amade kiriye

 – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG ji bo bîranîna pakrawanên Qereçoxê ku di bombebarana balafirên Dewleta Tirk de şehîd bûne Koşa Şehîdan amade kir. Di 25’ê nîsana 2017’an de Çiyayê Qereçoxê ku biryargeha YPG û YPJ, Navenda Ragihandina YPG, Radyo Dengê Rojava û gelek saziyên leşkêrî lê hebûn, di …

Read More »

YPG’ê bînçoya mijdarê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê bîlançoya mijara 2017’an eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ji bo zelalkirina binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê, her wiha berxwedaniya QSD’ê li Dêrazor û Reqayê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: “Di …

Read More »

Ev şer şerê dilê mezin û rûkenên bedew e

 DÊRAZOR – Şev sar dibin û zivistan li ber derî ye. Şervan “Bagera Cizîrê” li çoleke zuha bi mercên zehmet re têne ber hev. Dîsa jî rûkeniya serkeftinê û dilgermiya azadiyê di asta herî bilind de ye. Şervanên QSD’ê operasyona xwe ya ku 71 roj li pey xwe hiştiye li bejahiya …

Read More »

YPG`ê nasnameya şehîdekî enternasyonalîst eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya şehîdekî enternasyonalîst eşkere kir. Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî YPG`ê yê enternasyonalîst ku li Reqayê şehîd bibû, eşkere kir. Daxuyanî wiha ye: “Piştî bidawîbûna pêngava rizgarkirina bajarê Reqa, xebatên paqijiyê yên ku di bajar de …

Read More »

Fermandarê Suryanî: Hêzên me di çeperên pêş de şerê DAIŞ′ê dikin

DÊRAZOR – Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Ebcer Ebcer da zanîn ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bi awayekî aktîf beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûye û soza şopandina riya şehîdan da. Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, YPG/YPJ′ê, Hêzên Asayîşê, Hêzên Erka Xweparastinê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û hêzên din di Pêngava …

Read More »

Li goristana şehîdan a Reqayê 4 têkoşer hatin oxirkirin

GIRÊ SPÎ – Şêniyên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî cenazeyên 4 şervanên QSD′ê ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn li goristana gundê Hikûmiyê oxir kirin. Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa cenazeyên 4 şervanên QSD′ê ″Hemûd El-Sefîr (Nimis), Ebdullah El-Hewberî (Herîrî)Ibêd El-Nehar (Ebû Şadî) û Cemal El-Ibêd (Cemal) …

Read More »