Welatiyên Girê Spî cenazeyê Şehîd Hîşam Mustefa oxir kirin

GIRÊ SPÎ – Bi sedan welatiyên kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Hîşam Mustefa ku di çalakiya paqijkirina mayînên çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Reqayê şehîd ketibû xor kirin.GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA (2)

Piştî ku bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê di 17’ê Cotmehê de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, ji bo welatiyên sivîl vegerin malên xwe tîmên taybet ên QSD’ê hemleya paqijkirina mayînên ku çeteyan çandibûn dane dest pêkirin. Endamê van tîmên taybet Hîşam Mustefa ku bi lehengî xebatên xwe dane meşandin di encama teqîna mayînekê de şehîd ket.

Girseya gel piştî ku cenazeyê şehîd wergirtin li çerxeriya El-Elem dest bi meşa xwe kirin û ber bi goristana şehîd Mehmûd Tuhmê ya li gundê Tenhûzê ve çûn. Welatiyan di oxirkirina şehîd de alên YPG’ê, YPJ’ê, QSD’ê û TEV-DEM’ê bilind kirin.

Di merasîma oxirkirinê de hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zelîxa Ebdî û endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Selahedîn Ferat û bi sedan welatiyên ji pêkhateyên herêmê beşdar bûn.

Piştî ku girseya gel gihîşte goristanê li vir merasîmek bi deqeyeke destpêkirin û tûreneke leşkerî ji aliyê şervanên hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Paşê jî hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Wehîd Ebdullah, Endamê Kongra Star Muna El-Eswed û Endamê Rêveberiya Komîteya Lihevanînê şêx Îbrahîm El-Îsa axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê re xwestin û dane zanîn ku bi saya fedekariya şervanan û xwîna şehîdan evan destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê hatine bidest xistin û van ciwanan ji bo mirovahiyê û azadiyê û biratiya gelan xwîna xwe feda kirine.

Di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan li ser bingeha rêgezên felsefeiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dubarekirin.

Paşê jî belgenameya şehadeta Hîşam Mustefa hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiya merasîmê de nimêja li ser rihê şehîdan ji aliyê şêx û rûspiyên herêmê ve hate kirin û cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA (4) GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA (3)

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …