YPG bi beşdariya Rûsya: Rojhilatê Dêrazorê bi temamî rizgar bû

DÊRAZOR – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku bi hevkariya eşîreyên Ereb û destekdayîna ji Rûsya û Koalîsyona Navnetewî herêma rojhilatê Dêrazorê bi temamî ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin. YPG’ê diyar kir ku ew amade ne bi van hevalbendên xwe re odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.

Daxuyanî li Taxa El-Salihiyê ango yekemîn taxên rojhilatê bajarê Dêrazorê ku hatiye rizgarkirin, ji aliyê Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd, ve hate xwendin.

Li vir Cîgirê Fermandarê Barageha Rûsya ya Himêmîm Generalê Rûs Alex Kim, Berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah û Hevserokê Meclîsa  Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif jî amade bûn.

Daxuyaniya ku hate xwendin wiha ye:DIRZOR-HAZRTIN YPG (4)

“Bi berxwedaniya lehengî ya Yekîneyên Parastina Gel a bi hevkariya eşîreyên Ereb ên herêmê ya li dijî terorê, herêma Dêrazorê ya rojhilatê Çemê Firatê bi temamî ji terorê hate rizgarkirin. Ev yek bi piştgiriya hêzên Rûsya û Koalîsyona Navnetewî ya bi serkêşiya Amerîkayê ve pêk hat.

Em tevahiya gelê xwe yê Sûriyeyê bi vê serkeftinê pîroz dikin û spasiya hêzên navnetewî mîna Koalîsyona Navnetewî û Rûsya ku alîkariya asîmanî û lojostîk û şêwirmendî dane me, dikin.

Em hêvî dikin ku ev piştgirî bêhtir xurt bibe û parastina asîmanî bêhtir were zêdekirin. Bi dawîkirina şerê li dijî terorê re, peywirên setratejîk ên avakirina jiyaneke aştiyane û avakirina binesaziya welat, tên pêşiya me.

Di demeke nêzîk de wê rêveberî û meclîsên bajêr ku ji serokên eşîreyan, rûspî, kesayetên maqûl werin avakirin. Ev rêveberî û meclîs li gorî rêgezên demokrasiyê, biratiya gelan û Rêveberiya Xweser ji Ereb û Kurdên herêmê pêk werin.

Wê herêmên me bi sîstema xwe ya demokratîk aliyek ji Sûriyeya demokratîk be. Li vir wê azadiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê were misogerkirin. Di serî de Amerîk û Rûsya em bang li hemû hêzên navnetewî yên ku destê wan di Sûriyeyê de heye dikin ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê çareseriyên aştiyan û demokratîk hembêz bikin û parastina van herêmên rizgarkirî misoger bikin.

Em radigihînin ku em amade ne bi dost û hevalbendên xwe yên di şerê li dijî DAIŞ’ê re û odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.

Bijî Sûriyeya azad û demokratîk. Bijî yekîtiya gelan

Ji teror û hêzên piştgiriya wê dikin re, mirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …