YPG`ê nasnameya şehîdekî enternasyonalîst eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya şehîdekî enternasyonalîst eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî YPG`ê yê enternasyonalîst ku li Reqayê şehîd bibû, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî bidawîbûna pêngava rizgarkirina bajarê Reqa, xebatên paqijiyê yên ku di bajar de hatibû destpêkirin bênavber didome. Di bajarê ku ji alî DAIŞ`ê weke paytext dihat binavkirin de li her aliyê bajar bi sedan mayin û xefkên teqemenî hatine bicîhkirin, lewra xebatên paqijiyê bi baldariyeke mezin tê domandin.

Ji bo bi awayekî ewle vegerandina sivîlan, piştî opersyonê jî ked û fedakariyeke mezin ji alî şervanan ve tê dayîn. Di dîroka 25`ê Mijdara 2017`an de, di dema bi erka paqijkirina mayinan ve radibû, rêhevalê me Canşêr Zagros (Oliver Hall) di encama teqîna mayinekê de gihîşte şehadetê.

Canşêr Zagros di dema operasyona rizgarkirina bajarê Reqqa de, ji Brîtanya tevlî refên azadiyê bû û di dirêjahiya pêngavê de di nav xebatan de bi awayekî çalak cih girt. Weke gelek şehîdên enternasyonalîst ên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqa de şehîd ketin, rêheval Canşêr jî bi mehan bi armanca pêkanîna berpirsiyartiyên xwe bû xwedî ked û fedakariyeke mezin.

Em weke YPG û YPJ, di şexsê rêheval Canşêr de hemû şehîdên enternasyonalîst  bibîr tînin, soza girêdana bi bîranînên wan re em dubare dikin. Em ji malbata şehîd Canşêr re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Oliver Hall

Nav û Paşnav: Oliver Hall

Navê Rast: Canşêr Zagros

Navê Dayîkê: Jane

Navê Bav: Colin

Cihê ji Dayîkbûnê: Gosport, Brîtanya – 28.10.1993

Cîh û Dîroka Şehadetê: Reqa – 25 Mijdara 2017.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …