YPG’ê bînçoya mijdarê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê bîlançoya mijara 2017’an eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ji bo zelalkirina binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê, her wiha berxwedaniya QSD’ê li Dêrazor û Reqayê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di Mijdara 2017an de hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li seranserê Rojava û bakûrê Sûriyê, bi armanca şerê li dijî terorîzmê û parastina gelên Rojava bi awayekî çalak xebatên xwe meşandine; li dijî her cûre êrîş û xeteriyan, di çarçoveya Parastina Rewa de bersiv dane.

EFRÎN

Êrîş û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin li ser Rojava û bakurê Sûriyê berdewam dikin. Di Mijdara 2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gelek caran hewl dane ku êrişî gund û sînorê herêma Efrînê bikin. Lê belê hemû êriş û hewldanên çeteyan vala hatine derxistin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî van hewldanan mafê parastina rewa û bersivdayînê bikar anîne.

1-Êrişên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wî: 44

2-Gerandina balafirên keşfê: 13

3-Bersiva yekîneyên YPG/YPJ li dijî êrişan: 20

4-Hejmara kuştî û brîndarên dijmin: 7 çete û leşkerek Tirk brîndar bûn.

5-Temas û pevçûnên encam ne diyar: 12

6-Çek/amûrên dijmin hatine rûxandin: 1 balafirê keşfê, 1 wesayita leşkerî, 2 T-Rex û kamyonek.

7-Şehîd: Di encama pevçûnên dijwar yên di navbera hêzên me û artêşa dagirker a Tirk de hevalekî me bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.

REQQA

Piştî bidawîbûna pêngavê, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi awayekî çalak di xebatên paqijkirina mayinan de cîhê xwe digirin.

Di meha Mijdarê de, di nav kar û xebatên paqijkirina mayinan de 4 hevalên me gihîştin şehadetê.

DÊREZOR

Pêngava Bagera Cizîrê a ku di 9ê Îlonê bi serkêşiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li bakurê Dêrazorê û rexên Çemê Firatê hatibû destpêkirin, bi piştevaniya QSDê û di bin pêşengtiya şervanên YPGê û YPJê dewam dike. Di nav de bajarokê Mergedê û 24 gundên girêdayî wê tevî deh hezaran sîvîl ji dagirkeriya DAIŞê hatine rizgarkirin. Ruxmê hemû êrîşên çeteyan jî, şervanên QSDê herêmên rizgarkirî bi awayekî serkeftî parastine. Bi hezaran welatiyên Dêrazorê ku hem ji rejîma Sûrî û çeteyên DAIŞê direvin berê xwe danê hêzên QSDê û ji cihên ewle re hatine veguhestin. Bi vê pêşdeçûnê ve şervanan xwe gihandine sînorê Iraqê û qadên di bin kontrola çeteyan de mayî bi tevahî ketiye dorpêçê. Li herêmê di encama şer û pevçûnên giran de 33 hevalên me gihîştine şehadetê.

ŞEHÎDÊN ME

Di cîh û demên cûda de 3 rêhevalên me ji ber sedemên cûda gihîştine şehadetê. Di Mijdara 2017an de 41 hevrêyên me ji hemû pêkhateyên Rojava û bakurê Sûriyê di çarçoveya pêngava dîrokî ya Bagera Cizîrê û berxwedana Efrînê bi lehengî şer kirine û gihiştine şehadetê.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …