Li goristana şehîdan a Reqayê 4 têkoşer hatin oxirkirin

GIRÊ SPÎ – Şêniyên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî cenazeyên 4 şervanên QSD′ê ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn li goristana gundê Hikûmiyê oxir kirin.Goristana şehîdên reqayê cinazeyê 4 şervana oxirkirin (4)

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa cenazeyên 4 şervanên QSD′ê ″Hemûd El-Sefîr (Nimis), Ebdullah El-Hewberî (Herîrî)Ibêd El-Nehar (Ebû Şadî) û Cemal El-Ibêd (Cemal) ku di hemleya rizgarkirin Reqayê de  di di demên cûda de şehîd bibûn, ji nexwexaneya Wetenî ya bajarê Girê Spî wergirtin û ber bi goristana gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş got ku ew bi şehadeta cangoriyên xwe her tim serbilind in û soza şopandina riya şehîdan da.

Her wiha bi navê hêzên QSD′ê Siûd El-Mihêsin jî axivî û diyar kir ku riya şehîdan, riya rûmeta gelane û wiha domand: ″Li pey şehîdên me gelek welatparêz hene, wê çekên wan hilgirin û welat ava bikin″.

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava tîlîliyên dayîkan de hatin veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Goristana şehîdên reqayê cinazeyê 4 şervana oxirkirin (6) Goristana şehîdên reqayê cinazeyê 4 şervana oxirkirin (7) SIOD ELMIHÊSEN UMER ELOŞ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …