Pengava Bagera Cizîrê: 72 çete hatin kuştin

DÊRAZOR – Di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê de li gundê Siwedanê şêr û pêvçûnên giran berdewam dikin û heta niha 72 çete hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ku 84 roja berdewam dike de şervanên QSD darbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin. Herî dawî li gundê Siwedan ku dikeve 25 km bakurê rojhilate Dêrazorê ev sê roj in di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIS’ê de şêr u pêvçunên giran rû didin. Di encama şerê Siwedanê ku heya niha berdewam dike de 72 çete hatin kuştin, siwareyeke doçka hate rûxandin, miqdareke cebilxane û  5 çete jî dîl ket destê şervanên QSD’ê.

Di şerê Siwedanê de 7 şervanên QSD’ê jî şehît ketin. Şervanên QSD’ê heta niha li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de berxwedana xwe didomînin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …