YPG’ê ji bo şehîdên Qereçoxê koşeyek amade kiriye

 – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG ji bo bîranîna pakrawanên Qereçoxê ku di bombebarana balafirên Dewleta Tirk de şehîd bûne Koşa Şehîdan amade kir.

Di 25’ê nîsana 2017’an de Çiyayê Qereçoxê ku biryargeha YPG û YPJ, Navenda Ragihandina YPG, Radyo Dengê Rojava û gelek saziyên leşkêrî lê hebûn, di saet 02:00’an de bi 26 balafiran ji aliye Dewleta Tirk a Dagirker ve hate bombebarankirin. Di encamê de 20 şervanên YPG û YPJ gihiştin asta şehadetê.

Navenda Ragihandina YPG ji bo bîranîna şehîdên Çiyayê Qereçoxê û şehîdên ku di Ragihandina YPG û YPJ de şehîd ketine li cihê navenda xwe koşeyeke şehîdan amade kiriye. Tiştên ku di bin bombebaranê de maye, alav û çekên şervanên ku şehîd ketine û wêneyê wan di vê koşeyê de hatine danîn.

Endamê Navenda Ragihandina YPG’ê Bager Mordem  dibêje ku wê heya dawî wê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd bimeşin û wiha berdewam kir: “Me ev koşeya şehîdên Qereçox ji bo bîranîna her 20 rêhevalên me û şehîdên me yên ku di Ragihandina YPG û YPJ’ de kar dikirin û dema ku li ser erka xwe bûn şehîd ketine amade kiriye.”

Heta niha 12 endamên Ragihandina YPG û YPJ’ li cihên cuda cuda şehîd bûne û piraniya wan di dema şopandina têkoşîn û berxwedaniya şervanên YPG û YPJ’ ya li dijî DAIŞ’ê de gihiştine asta şehadetê.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …