Fermandarê Suryanî: Hêzên me di çeperên pêş de şerê DAIŞ′ê dikin

DÊRAZOR – Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Ebcer Ebcer da zanîn ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bi awayekî aktîf beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûye û soza şopandina riya şehîdan da.

Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, YPG/YPJ′ê, Hêzên Asayîşê, Hêzên Erka Xweparastinê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û hêzên din di Pêngava Bagera Cizîrê de cih digirin.

Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ji destpêka pêngavê de beşdarî qadên berxwedanê bûye û li dijî DAIŞ′ê şer dike. Meclîsa Leşkerî ji keç û xortên Suryanî pêk tê.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Ebcer Ebcer diyar kir ku Meclîsa Leşkerî ya Suryanî pêşengiya operasyonên rizgarkirina gelek gund û herêmên gundewarên Dêrazorê kir û wiha got: ″Şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê di berxwedana li dijî DAIŞ′ê de şehîd bû. Rêhevalên wî soza şopandina riya wî dan û niha di çeperên pêş de şer dikin″.

Ebcer anî ziman ku hêzên wan di pêngavê de gelek zehmetî dîtin û wiha got: ″Bi hevgirtina şervanên Kurd, Ereb û Suryan me hemû astengî derbas kirin û şerê li dijî DAIŞ′ê domand″.

Ebcer di dawiya axaftina xwe de got ku Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ala xwe li kêleka ala QSD′ê û gelek hêzên din hilda û soza şopandina riya şehîdan heta noqteya dawî ya xwînê da.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …