REQA– Li gelek taxên Reqayê di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şer didome. Di pevçûnên ku hîn didomin de 49 çete hatin kuştin. Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di 6`ê hizêranê de hate destpêkirin, bi hemû hêza xwe berdewam dike. Li taxên Emîn û Hina yên navenda bajar û …
Read More »Artêşa Tirk û çeteyên wê du zarok birîndar kirin
EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji derdora keleha Seman, gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, topbaran dikin. Ji ber topbarana ku heta niha dewam dike du zarok birîndar bûn. Nûçegihanê me raghandin ku di encama topbaranê de du zarokên biryarên hev ên bi …
Read More »Şervanên QSDʹê 40 sivîlên din ên Reqayê rizgar kirin
REQA– Yekîneyên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê di taxa Rewda a Reqayê de 40 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in rizgar kirin.Di nava sivîlan de welatiyên birîndar jî hebûn. Şervanên QSDʹê di bajarê Reqayê de pêş ve diçin. Yekîneyên rizarkirina sivîlan ên QSDʹê rojane sivîlên Reqayê ku …
Read More »Li 5 taxên Reqayê şerên giran rû didin
REQA – Li 5 taxên bajarê Reqayê di van kêliyan de şerên dijwar rû didin. Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di 6`ê hizêranê de hatibû destpêkirin, bi hemû hêza xwe berdewam dike. Li gorî agahiyên ku ji bereyên Reqayê hatin girtin, di van kêliyan de li taxên El-Emîn û Hena yên navenda …
Read More »Çeteyên Tirkiyê gundên Minix û Merenaz topbaran dikin
EFRÎN – Çeteyên Tirkiyê gundên Minix û Merenaz topbaran dikin. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li derdora bajarê Ezazê bi cih dibin, bi çekên giran gundên Minix û Merenaz ên herêma Efrînê topbaran dikin. Topbaran bi awayekî demkî didome û derbarê encamê de tu agahî nehatin bidestxistin. #Beşê_Ragihandinê #Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ
Read More »Şehîd nasname û rûmeta welatin′
DÊRIK – Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên du şervanên YPG′ê li goristana Şehîd Xebat Dêrik, oxir kirin. Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên şervanên YPG′ê Ehmed Hemûd (Rêzan Qamişlo) û Kajîn Yasînzat (Birûsk Rojhilat) ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi karwanekî erebeyan berê xwe …
Read More »Çeteyên Tirkiyê gundê Celemê topbaran dikin
EFRÎN – Çeteyên Tirkiyê ji kela Seman, gundê Celemê topbaran dikin. Çavkaniyûn ji herêmê ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li kela Semanê bi cih dibin, bi çekên giran gundê Celemê yê girdayî herêma Cindirêsê topbaran dikin. Di encamê de ziyan gihîşt malên welatiyên gund. Topbaran bi awayekî demkî …
Read More »Odeya Çalakiyan a Pêngava Cizîra bîlançoya 8 rojan eşkere kir
DÊRAZOR – Odeya Çalakiyan a Pêngava Cizîra diyar kir ku hêzên wan ji destpêka pêngavê heta niha 14 mezra û gund û du bajarokên mezin ji çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kirin. Odeyê anî ziman ku hêzên wan 4 hezar sivîl ji herêmên şer rizgar, kirine. Pêngava Bagera Cizîrê ku 9`ê mehê dest …
Read More »Ji Dêrazorê 5 hezar koçber xwe gihandin kampa Eyn Îsa
EYN ÎSA –Hejmara welatiyên Dêrazorê yên xwe spartine kampa Eyn Îsa 5 hezar derbas kiriye. Pêwîstiya koçberan wan bi alîkariyê heye. Meclîsa Sivîl a Reqayê tevî derfetên kêm, bi koçberan re dibe alîkar û pêwîstiyên wan ji xwarin û madeyên tenduristiyê bi cih tîne. Lê bi zêdebûma hejmara koçberan re derfetên …
Read More »Dewreyeke din a Hêzên Taybet ên Artêşa Şoreşgeran bi dawî bû Dîmen
ŞEHBA – Akademiya Şehîd Neîm El-Şêx a perwerdehiya leşkerî û bîrdozî ya kantona Şehbayê, dewreya duyemîn a Hêzên Taybet ên girêdayî Artêşa Şoreşgeran, bi dawî kir. Di merasîma dawîbûna perwerdeyê de Fermandarên Artêşa Şoreşgeran û Hêzên Şoreşger ên hevbeş ên kantona Şehba, amade bûn. Dewreya bi navê şehîd Ebû Edra …
Read More »