Çeteyên Tirkiyê gundê Celemê topbaran dikin

 EFRÎN – Çeteyên Tirkiyê ji kela Seman, gundê Celemê topbaran dikin.

Çavkaniyûn ji herêmê ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li kela Semanê bi cih dibin, bi çekên giran gundê Celemê yê girdayî herêma Cindirêsê topbaran dikin. Di encamê de ziyan gihîşt malên welatiyên gund.

Topbaran bi awayekî demkî didome.

Şevê din jî çeteyên li derdora kela Semanê bi cih dibin, gundê Basûfanê yê girdayî navçeya Şêrawa bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de ziyan gihîşt malên welatiyan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …