Li 5 taxên Reqayê şerên giran rû didin

REQA – Li 5 taxên bajarê Reqayê di van kêliyan de şerên dijwar rû didin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di  6`ê hizêranê de hatibû destpêkirin, bi hemû hêza xwe berdewam dike.

Li gorî agahiyên ku ji bereyên Reqayê hatin girtin, di van kêliyan de li taxên El-Emîn û Hena yên navenda bajarê Reqa û li taxên Rimêliye û Rewda yên aliyê rojhilat ên bajar û li taxa Tişrîn a bakur-rojhilat a Reqayê, şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin.

Şervanên QSD`ê derbeyên giran li çeteyan dixin û bi pêşve diçin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …