Şehîd nasname û rûmeta welatin′

DÊRIK – Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên du şervanên YPG′ê li goristana Şehîd Xebat Dêrik, oxir kirin.DRK-MERASIME-2-CANGURIYA ‫(1)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên şervanên YPG′ê Ehmed Hemûd (Rêzan Qamişlo) û Kajîn Yasînzat (Birûsk Rojhilat) ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi karwanekî erebeyan berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik. Welatiyan dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Xweparastinê ve, dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Ebûd Hesen axivî û da zanîn ku şehîd nasname û rûmeta welatin. Hesen wiha got: ″Şehîdan ji bo parastina welat, nasname û rûmeta me canê xwe feda kirin. Em soza tolhildana wan û parastina destkeftiyên wan nû dikin. Em ê ji bo tevahî gelên bindest têbikoşin, jiyanê ji mirin û şehadetê bafirînin″.DRK-MERASIME-2-CANGURIYA ‫(144966148)‬ ‫‬

Hesen di dawiya axaftina xwe de berxwedana şervanên azadiyê ya di hemleya rizgarkirina Reqayê û Pêngava Bagera Cizîrê  cih girtine, silav kir.

Piştre jî Hevserokê Mecîlsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm berxwedana lehengan silav kir û wiha axivî: ″Di vê pêvajoya dîrokî û hestyar de, em xwediyên projeya demokratîk a rizgarkirina gelan ji zulmê ne″.

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatên şehîdan jî diyar kirin ku ew bi şehadeta zarokên xwe serbilind in û soza domandina têkoşîna wan dan.

Di dawiyê de cenazeyên cangoriyan li goristanê di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …