Odeya Çalakiyan a Pêngava Cizîra bîlançoya 8 rojan eşkere kir

DÊRAZOR – Odeya Çalakiyan a Pêngava Cizîra diyar kir ku hêzên wan ji destpêka pêngavê heta niha 14 mezra û gund û du bajarokên mezin ji çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kirin. Odeyê anî ziman ku hêzên wan 4 hezar sivîl ji herêmên şer rizgar, kirine.

Pêngava Bagera Cizîrê ku 9`ê mehê dest pê kir, di roja 8`an de dewam dike. Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê bîlançoya 8 rojan bi daxuyaniyeke nivîskî, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Pêngava Bagera Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di 09.09.2017`an de dest pê kir û ta dîroka  îro berdewam dike.

Di 8 rojên pêngavê de, hêzên me 63 Km bi pêşve çûn û 14 mezra û gund û du bajarokên mezin, rizgar kirin. Her wiha kargeha şekir, mehleca pembo û stasyona ceyranê, hatin rizgarkirin. Di 8`ê rojan de, hêzên me bi çeteyên DAIŞ`ê 15 caran ketin şerê rû bi rû.

Hêzên me di şerê 8`ê rojan de dest danîn ser gelek pêtêl, çek û erebeyeke Tiwêta.

Her wiha hêzên me 5 maşîneyên bombebarkirî yên çeteyan beriya ku bighêjin  armancên xwe ji dûr ve teqandin. Çeteyan jî sê maşîneyên bombebarkirî beriya ku bighêjin armancên xwe, xwe teqandin. Ji aliyekî din çeteyan 4 êrîşe xwekujî pêk anî, lê neghîştin armancên xwe.

Di heman demê de, gelek çete di şerê 8 rojan de hatin kuştin û gelek cenazeyên wan ketin destê hêzên me.  Hêzên me dikaribûn 4 hezar sivîl ji herêmên şer rizgar bikirina û ew bighandina cihên bi ewle.

8 şervanên me di encama şerên 8 rojan de, gihîştin asta şehadetê.”

Check Also

Wê Bi Pêşengtiya Jinên Kurd Azadiya Jin Bi Gerdûnî Bibe

Em weke Yekîneyên Parastina Jin di 10 saliya xwe de careke din 8’ê Adarê Roja …