Ji Dêrazorê 5 hezar koçber xwe gihandin kampa Eyn Îsa

EYN ÎSA –Hejmara welatiyên Dêrazorê yên xwe spartine kampa Eyn Îsa 5 hezar derbas kiriye. Pêwîstiya koçberan wan bi alîkariyê heye.EYN-ISA-REWSA-KOCBERA1 ‫(140378631)‬ ‫‬

Meclîsa Sivîl a Reqayê tevî derfetên kêm, bi koçberan re dibe alîkar û pêwîstiyên wan ji xwarin û madeyên tenduristiyê bi cih tîne. Lê bi zêdebûma hejmara koçberan re derfetên meclîsê têrê nakê ku pêwstiyên hemûyan bi cih bîne. Hejmareke koçber ji ber tunebûna çadiran di erebeyan de an jî li çolan di bin germê de dimînin.

Bi Hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirin gundewarên rojhilatê Dêrazorê re pêla koçberiyê ya ji ber zordestiya çeteyên DAIŞ`ê ber bi kampa Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya herêma Firatê, zêde dibe.

Têkildarî rewşa koçeran, koçberê bi navê Menhel El-Hesen ê ji bajarê Dêrazorê behsa zehmetiyên ku ji ber hovîriya çeteyên DAIŞ‘ê kişandine dike û wiha tîne ziman: “Em di saetên şevê de derketin, me berê xwe da herêmên rizgarkirî yên di bin parastina QSD`ê de. Her welatiyekî 50 hezar da qaçaxçiyan da me derbas bikin. Em li ser peya di rêyên bi tirs de heta sibehê meşiyan. Paşê em hatin kampa Eyn Îsa. Lê di kampê de, li vir çadir kêm in. Gelek koçber bê çadirin, tî û birçî, li çolan xew dikin.”EYN-ISA-REWSA-KOCBERA1 ‫(140378632)‬ ‫‬

Menhel El-Hesen bang li rêxistinên mirovahiyê kir ku erkê xwe yê berpirsyartiya li bermanberî koçberan pêk bîne.

Koçbera bi navê Necah Esaed a ji bajaê Reqayê, dema koçberiyê hevjîna xwe yê nexweş wenda kir dibêje: “Ji dema em derketine û heta roja îro, ti zanyariyan li ser hevjînê xwe yê nexweş nizanim, 4 zarokên min hene, nikarim li hevjînê xwe bigerim. Banga min ji rêxisitnên mirovahî re ku alîkariyan ji bo zarokan bişînin.

Koçberan her wiha daxwaz ji rêxistinên navnetewî kirin ku navendên tenduristiyê di kampê de vekin û erebeyên ambolansê zêde bikin.

(rr)

ANHA

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …