Dewreyeke din a Hêzên Taybet ên Artêşa Şoreşgeran bi dawî bû Dîmen

 

ŞEHBA – Akademiya Şehîd Neîm El-Şêx a perwerdehiya leşkerî û bîrdozî ya kantona Şehbayê, dewreya duyemîn a Hêzên Taybet ên girêdayî Artêşa Şoreşgeran, bi dawî kir.SEHBA-BIDAWIKIRINA-PERWERDE-JIYASH-AL-SIWAR1 ‫(144966145)‬ ‫‬

Di merasîma dawîbûna perwerdeyê de Fermandarên Artêşa Şoreşgeran û Hêzên Şoreşger ên hevbeş ên kantona Şehba, amade bûn.

Dewreya bi navê şehîd Ebû Edra û Ebû Seîd ku wê sê mehan dewam kir, 40 şervan tevlê bibûn. Şervan li ser waneyên  birdozî û hunera şer perwerde dîtin.

Merasîma bi dawîbûna dewreyê, bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate destpêkirin. Paşê şervanan sonda leşkerî xwarin û hin hunerên şer, xebatên êrîşkirin û destwerdana lezgîn ku li ser hatibûn perwerdekirin, pêşkêş kirin.

Paşê Ji Fermandarên Artêşa Şoreşgeran Dilşêr Idlib û Umer El-Esîr (Ebû Xiyas)axivîn û serkeftinên QSD`ê li Reqa û Dêrazorê bi bîr xistin û gotin ku roj bi roj Sûriyê ji terorê tê rizgarkirin.

Merasîm bi gerandinê govendê bi dawî bû.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …