Li Reqayê 49 çeteyên din hatin kuştin

REQA– Li gelek taxên Reqayê di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şer didome. Di pevçûnên ku hîn didomin de 49 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di  6`ê hizêranê de hate destpêkirin, bi hemû hêza xwe berdewam dike. Li taxên Emîn û Hina yên navenda bajar û taxên Rimêliyê, Rewda yên rojhilatê bajar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran diqewimin.

Şervanan li van taxan motorsklêtekî çeteyan ê bombebarkirî teqandin. Di şerê ku hîn didome de 49 çete hatin kuştin, her wiha 21 kilêş, 50 guleyên ARG ketin destê şervanan.

Di şerê li van taxan de 3 şervanên QSDʹê şehîd bûn û 4 birîndar bûn.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …