Ji ber serdana birayên xwe kir hate êşkencekirin

EKREM BEREKAT

REQQA – Fatme ji ber ku serdana birayên xwe yên li Lobnanê kir, 80 celde lêdan û mehekê kirin zîndanê. Dema derket jî dît ku bavê wê ji qerhra girtina wê miriye.

Welatiya bi navê Fatme ku yek ji niştecihên bajarê Reqqayê ye, li nêzî çerxeriya El-Cezere rûdine, tevî ku temenê wê 34 salî ye, lê diyar dike ew hê mezintire. Ji demekê ve hevjîna xwe wenda kiriye. ŞervanênYPJ/YPG`ê di operasyoneke taybet de piştî cihên parastina çeteyan şikandin û ji bombeyan paqijkirin, ew û komek kesên sivîl li Çerxeriya El-Cezere, rizgar kirin.

Fatme da xuyakirin ku, ew du rastî zulma û zordestiya DAIŞ`ê hat, berî nêzî salekê ji ber ku ji bajarê Reqqayê çûbû paytexta Sûriyê Şamê û ji wê derê berê xwe dabû paytexta Lobnanê Beyrûtê da serdana birayên xwe bike, ew bi 80 celdeyî hat lêdan.

Fatme destnîşan kir ku piştî ew vegeriya, çeteyan ew tawanbar kirin ku serdana welatê kafiran kiriye û ew celde kirin û mehekê xistin hebsê.Fatma têkildarî kiriyarên çeteyan wiha got: ʺDema di zîndanê de bûm, min xwarin û vexwarinên wan nedixwar, dema ji zîndanê derketime jî min dît ku bavê min ji qehra hebiskirina min re wefat kiriye.ʺ

Tê zanîn ku çîroka Fatme, yek ji hezaran çîrokên dijwar ên kiryarên çeteyên DAIŞ`ê ya derheqê jinên bajarê Reqqayê de ye. Di encama komkujiyên çeteyên DAIŞ`ê de bajarê Reqqayê bibû bajarê tirs û xofê.

 

 

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …