Dewreya Şehîd Sozdar, rizgarkirina jin ji kevneşopiyên paşeverû ye

HESEKÊ- Dewreya Şehîd Sozdar, bi armanca rakirina kevneşopiyên paşverû yên li ser jinan hatibû ferizkirin, her wiha rizgarkirina wan ji zihniyeta desthilatdar hate vekirin.

Li Akademiya Hêzên Sûriya Demokratîk a Şehîd Arîn, 1‘ê Hizêranê, bi tevlîbûna 16 jinan ereb ên ji tevahî herêmên Sûriyê, di serî de ji bajarê Reqqayê dewreyeke perwerdê bi navê Şehîd Arîn hate vekirin.

Dewreya Şehîd Arîn a 5‘emîn ku taybet ji bo jinên ereb hate vekirin. Perwerde wê heya 5‘ê Tîrmehê berdewa bike. Di dewreyê de, dersên siyasî, bîrdozî, leşkerî têne dayîn.

Beşdarên dewreyê armanca tevlîbûna xwe ya perwerdeyê  diyar kirin û gotin ku armanca wan rizgarkirina jin û welat ji desthilatdaran e.

 

Zîlan Kerama, ji bajaroka Kerama ye armanca tevlîbûna xwe ya ji bo perwerdeyê wiha têne ziman: “Dema min Hêzên Sûriya Demokratîk nas kir, min dît ku armancên wê ji hemû hêzên din ên li Sûriye cudaye, ev hêz ji bo rizgarkirina gel ji zulma DAIŞ‘ê û komên wekî wê hatiye avakirin.”

Zîlan dibêje ku wê Hêzên Sûriya Demokratîk ew ji zihniyeta desthilatdar a DAIŞ‘ê rizgar kirû wiha anî ziman: “Vî tiştî hişt ku ez li hember pîvanên civakê bisekinim û wekî jineke ereb tevlî nava Hêzên Sûriya Demokratîk bibin, ji ber ku ji mafê min e ku ez civak û welatê xwe biparêzim.”

Zîlan Kerama di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew wekî jineke ciwan bi tevlîbûna xwe ya nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk serbilind e û bang li hemû jinên ereb kir ku hebûna xwe isbat bikin û li hember adatên ku rola jin vedişêrin bisekinin.

SOZDAR

Ji gundê Mişêrfê yê girêdayî bajarê Reqqayê, Sozdar tevlî dewreyê bûye. Sozdar kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna perwerdeyê anî ziman û got ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo azadkirina jin û gelan hatiye damezirandin.

Sozdar anî ziman ku dersên ku têne dayîn, baweriya wê bi wê xurt kir û wiha dom kir: “Di jiyana me ya li vir de em fêrî gelek tiştan bûn, têgehên şaş ên ku DAIŞ‘ê di mejiyê me de çandibûn, hate guhertin. Pêwîstiya jinan bi perwerdê hene, da ku ji zihniyeta mêr xelas bibin.”

SEMA CEKDAR

Fermandar Sema Çekdar behsa exlaq û moralê ku di nava endaman pêş ketiye dike, û wiha anî ziman: “Li vê Akademiya rihê hevaltiyê, alîkarî di nava endaman de heye. Jinên ereb ên niha tevlî perwerdeyê bû, terzî vê sîstemê jiyan dikirin, lê niha piştî tevlî perwerdeyê bûn, enerjiya xwe nas kirin, wê 45 rojên perwerdê de ji wan re bibe bingeha xeta rast.”

Sema Çekdar her wih balkişand ser 5 perwerdeyê berê yên jinên ereb û got ku ev perwerde fikirekî nû, ji koletiyê dûr, pêş xist û wiha got: “Em dikarin bêjin ku jina ereb bûye xwedî hêz û îrade, ev yek di tevlîbûna wan diyar dibe.”

Sema Çekdar di dawiya axaftina xwe de got: “Jina ereb karîbû rola xwe isbat bike û wekî mêr rola xwe di civakê de bilîze.”

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …