Çete zarokan digirin, da pêşveçûna şervanan asteng bikin

REQQA – Çeteyên DAIŞ′ê li bajarê Reqqayê zarokan digirin, da pêşveçûna şervanên QSD′ê asteng bikin.

Çeteyên DAIŞ′ê li bajarên Şedadê, Minbic û gundewarên başûrê Kobanê nedihiştin ku welatiyên sivîl derkevin da pêşveçûna şervanên QSD′ê asteng bikin.

Çete heman rêbazî li bajarê Reqqayê didin meşandin û zarokan bi darê zorê digirin, destûr nadin ku ji bajêr derkevin, da wan ji xwe re wekî mertal zindî bikar bînin.

Ev yek di dema ku şervanên QSD′ê korîdorên bi ewle ber bi herêmên rizgarkirî ve vekin û bi hezaran welatiyên sivîl rizgar bikin, da pêk hat.

Ev zêdeyî hefteyekê ye li bajarê Reqqayê şerekî dijwar rû dide û pêşveçûna şervanan didome.

Çavkaniyekê ji hundirê bajêr da zanîn ku  çeteyan hejmarek zarok û jin li gel xwe girtine, da ji bajêr dernekevin û pêşveçûna şervanan asteng bikin.

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …