Fermandarê ji çeteyan veqeteya rastiya Tirkiyê vegot

TOLÎN HESEN-RÊZAN CEBEL

ŞEHBA – Fermandarekî ku beriya 3 rojan  ji nava çeteyên Tirkiyê veqetiya da zanîn ku dagirkeriya Tirkiye li herêma Babê baregehên leşkerî yên stratejîk ava dike û hewl dide bingeha artêşeke damezrîne.

 

Parçebûn di nava komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê de didome û taybet piştî diyarbûna mebestên Tirkiyeyê yên dagirkirina Sûriyê, herî dawî jî fermandarekî Tugaya El-Muitesim reviya û xwe radestî Artêşa Şoreşgeran ên li herêma Şebha kir.

Fermandarê bi navê Ewîd Ebû Seqir di hevdîtineke bi ANHA`yê re sedemên tevlîbûna xwe ji Tugaya El-Muitesim, qutbûna ji refên wan rastiya armancên Tirkiyeyê û xwespartina QSD`ê vegot. Li gor Ewîd Ebû Seqir sedema beşdarbûna wî, şerê li hember DAIŞ`ê bû. Lê paşê rastiya hedefên Tirkiyeyê eşker bûn.

Mebesta wan diyar bû

Fermandarê ku ev 3 roj in qut bûye, da zanîn ku piştî desteserkirina bajarê Babê, armanca dagirkeriye Tirk zelaltir bû û wiha pê de çû: “Tirkiye dixwaze bi riya me, axa me dagir bike. Me fereman, cebilxane û lojistîk yekser ji wan digirt. Tirkiye dixwaze serdema osmanî vegerîne û armanc ne şerê li hember DAIŞ`ê ye, ji xwe di navbera çeteyan û Tirkiye de hevdîtin çêdibûn û gelek gund hatin radestkirin û mînaka berbiçav jî ketina bajarê Cerablusê .”

Ebû Seqir da zanîn ku Tirkiye hewl da parçebûnê di navbera kurd û ereban de çêbike û ji bo vê yekê jî gelek dezgehên çapemeniyê bikar anîn.

Şerê li hember QSD`ê

Fermandarê berê yê Tugaya El-Muitesim destnîşan kir ku Tirkiye bi hinceta QSD`ê çete ye û Sûriye dagir dike, ew li hember pêşketinên QSD`ê yên li herêma Şehba sor dikirin. Lê di dawî de çeteyên rasteqîn xuya bûn.

Navendên perwerdekirinê û avakirina zemînê artêşeke çeteyan

Li gor fermandarê navbihurî, Tirkiye ji fermandarên Artêşa Azad daxwaz kir ku leşkerên xwe li herêma Edene û hin cihên din perwerde bikin. Li rex wê Tirkiye baregehên leşkerî li herêma Babê û Ezazê ava kir, leşkerên xwe li wir belav kir û zemîn damezirandina artêşeke çeteyan amade dike.

Ebû Seqir da zanîn ku gelek fermandarên li wir rastiya pîlanên Tirkiye nizanin û lewma hîna di bin sîwana wê de dixebitin.

Ji avakirina herêma ewle veguherî herêma leşkerî

Derbarê veguhestina çek û cebilxanê ji herêmê re, Ebû Seqir ev agahî parve kirin” qaşo mebest avakirina herêmek ewle ye ku çek û cebilxane lê neyên bikaranîn. Lê herêm veguherî qadeke leşkerî. Dem bi dem cebilxan derbasî herêmê tê kirin û ev yek ji bo şerê li hember artêşa şoreşgeran û hêzên QSD`ê ye.”

“Min feremana wan red kir, rapeyî min ketin 

Ewîd Ebû Seqir destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiye li komên girêdayî Artêşa Azad ên di bin serweriya wê de ferz kir ku di civînên Asîtana de amade bibin û wiha got “em li dijî hevdîtinên ku  aliyên derve derbarê rewşa Sûriyeyê de pêk tînin, fermandarekî Artêş Tirkiye ji min xwest ku ez civînên Asîtana hazir bikim û çend caran min red kir, lewma rapeyî min ketin û bi saxî an mirî ez xwestim.”

Sedema qutbûnê

Fermandarê ku ev 3`ê rojin qut bûye, sedema vê yekê wiha rave kir yeke ” sedemek qutbûna min, ku komên li herêmên rizgarkirî ew şoreşgerên rasteqîn in û zarokên Sûriyeyê ne, em çiqasî di nava xwe ji hev cuda bin, lê Sûriye  bi me  rizgarkirin. Eger em di bin sîwana dagirkeriya Tirkiyeyê de bin, armanca me a xistina rêjîmê qet pêk nayê.”

Ebû Seqir gotinên xwe bi vê bangê bi dawî kir “beriya sivîlan ez bang li leşkeran dikim ku di dagirkirina Sûriyeyê de desteke nedin Tirkiye û bila armancên rasteqîn ên Tirkiyê jî bibînin.”

Koma bi navê Tugaya El-Muitesim ku Ewîd Ebû Seqir fermandariya wê bû û beriya sê rojan xwe radestî QSD`ê kir, li bajarokê El-Marii ya herêma Şehba belav dibe û hin navendên xwe li wir hene, her wiha bi destpêkirina operesyona dagirkirina Tirkiyeyê di 24`ê tebaxa 2016`an de, tevlîbûna xwe jê re ragihand.

 

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Beşê Zabîteyê ya Tebqayê dest bi kar kir û buhayan diyar kir

TEBQA – Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê Beşê Zabîteyê aktîf kir, da buhayê madeyan kontrol …