Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Steffan dê Mîstûra got:”Divê Kurd tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bibin.”
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Steffan dê Mîstûra destnîşan kir ku divê Kurdên li Sûriyeyê tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn bibin.
Mîstûra ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê RIA Novostî re axivî û diyar kir, nabe ku hebûna Kurdan ji nedîtî ve bê û got:”Pêwîste Kurdên li Sûriyeyê tevlî pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê bibin.”
Tê gotin, rayedarên Neteweyên Yekbûyî di hefteyên dawî de li bajarê Lozan ê Swîsreyê, bi hin “komên mûxalîf” ên Sûriyeyê re li ser Destûra Bingehîn a nû daxivin û nêrîna wan digirin.
Rûsyayê, beriya niha di encama hevdîtinên Astanayê de ji bo Sûriyeyê pêşnûmeyeke Destûra Bingehîn pêşkêş kiribû û pêşniyar kiribû, ku gotina “Ereb” a di navê “Komara Ereb a Sûriyeyê” de ye bê derxistin û ji bo herêmên Kurdan jî “Xweseriya Çandî” pêşniyar kiribû.