′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO

EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Sûriyê şermezar kirin û da zanîn ku Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare.

Derbarê êrîş û destwerdanên Tirkiyê yên li ser Kantona Efrînê de, Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl nirxandin kir.

Mihemed Cemîl di destpêka axaftina xwe de, siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Kantonê dide meşandin şermezar kir û wiha got: ″Tirkiyê îtîrafê bi mafên mirovan û nirxên exlaqî nake û wek dewleta herî li dijî azadî û mafên mirovan e. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Tirkiyê li hember gelê Bakurê Sûriyê siyaseta qirkirinê daye destpêkirin û armanca wê dagirkirina axa Sûriyê û vejandina empretoriya Osmanî ye.″

Cemîl diyar kir ku bi awayekî rasterast destek da komên çete, da êrîşî herêmên Sûriyê (taybet Bakurê Sûriyê) bikin û wiha domand: ″Di dema dawî de êrîşên çeteyên Tirkiyê li ser herêmên Sûriyê zêde bûne. Çeteyan her wiha gelek erdên çandiniyê dagir kirin, dar hil kirin û berhemên çandiniyê şewitandin.″

Cemîl anî ziman ku Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare û wiha axaftina xwe wiha bi dawî kir: ″Dagirkeriya Tirk siyasetên xwe li hember gelê Bakurê Sûriyê didomîne. Divê Tirkiyê li hember zagonên mafên mirovan rêzdar be. Divê civaka navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan jî, van kiryarên Tirkiyê sînordar bike.″

 

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Beşê Zabîteyê ya Tebqayê dest bi kar kir û buhayan diyar kir

TEBQA – Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê Beşê Zabîteyê aktîf kir, da buhayê madeyan kontrol …