EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca guhertina demogarafiya herêmê malbatên çeteyên ji Xûta Rojhilat li gund û navçeyên herêm Efrînê bi cih dikin û yek ji wan gundan gundê Mîrkan (Hesê) yê girêdayî navçeya Mabata ye.
Di encama lihevkirina Rûsî – Tirkî li ser Xûta û bicihkirina malbatên çeteyan li Efrînê, çavkaniyan tekez kirin ku artêşa Tirk a dagirker zêdeyî 50 malbatên çeteyên Xûta Rojhilat li gundê Mîrkan bi cih kirine.
Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker Endamê Partiya El-Partî ya di bin sîwana ENKS`ê de Enwer Sîno weke berpirsiyar ji gundê Mîrkan re erkdar kiriye û malbatên çeteyên El-Xûta li gund bi cih dike.