Hikûmeta Tirk êrîşî herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê dike. Ev rewşeke ne nû ye, her di navber û navberê de êrîşên xwe dubare dike. Di êrîşên xwe de hemû cûreyên çekan bikar tîn in. Gundê Goran a kantona Kobanê ya Herêma Firatê yek ji gundên ku gelek caran rastî êrîşa artêşa Tirk hatiye.

Di sedsala derbasbûyî de û bi taybet di dema derbeyan de li herêmên sînorê bi Tirkiyê re alozî dihat jiyankirin. Dewleta Tirk dixwest hin gundan dagir bike, lê hewldanên wan têk diçû, di dema ku leşkerên Sûriyê yên parastina sînor dikirin nîn bû.

Du kesan ne hiştin artêşek gundê wan dagir bike

Welatiyê bi navê Muslim Keştan bersiva êrîşa herî dijwar a li ser gundê xwe dan. Êrîş beriya 50 salî pêk hat. Di destê wan de tenê 2 çek hebû, ji wan yek tiving bû û ya din jî di damançe bû. Di gund de şer di navbera wan û leşkeran de derket. Şer sê saet û 20 deqeyan dewam kir. Artêşa Tirk tevî ku 500 metirî sînor derbas kirin, nikarîbûn bikevin gund, tevlî ku wan topên nêzî jî bikar anîn.

Ev bûyer di sala 1968’an de pêk hat, dema artêşa Tirk êrîşî gundê Goran dikirin da ku gund dagir bikin. 2 gundiyan tenê bersiv dan û rê nedan ku artêaş Tirk gundê wan dagir bike. Tevî guleyên herdû kesan qediyan jî lê berxwedana wan ranewestiya.

Hemû şêniyên gund derketin. Di nava şer ê ku di navbera 2 kesan û leşkerê Tirk der derdiket. Herdû kes jî Muslim Keştan ê ku niha temenê wî 85 sale û kurê xalî wî Hecî Koşkar bû. Muslim got ku hejmara leşkeran bi dehan bû wê demê.

Gundê Goran li rojhilatê Kobanê û li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, niha jî rojane ji aliyê Artêşa Tirk ve tê gulebarankirin û rê nayê dayîn ku gundî nêzîkî sînor bibin.

Artêaş Tirk girekî dîrokî li herêmê dagir kir. Gir derdora 250 metrî li vî aliyê sînor e, lê paşê xwe vekişandin.

Musilim li ser şerê wê demê de got ku wî kuştiyên Artêşa Tirk ne dîtin, heger kes ji wan hatibû kutşin, lê na, lê jina bi navê Xedîca Mihemed ku wê demê de 22 salî bû û kur wê yê bi tenê di encama êrîşa leşkerên Tirk de wê demê de hate qetilkirin.

Ev berxwedana dîrokî ya gundê Goran beriya dehên salan pêk hat, di encama êrîşê de şêniyên gund planên artêşa Tirk vala derxistin.