Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên me yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin kirin hedef. Balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker îro saet derdora 19.15’an de li gundê Hirmeşexo yê giredeye Qamişloyê wesayîtek hedef girt. Di encama êrîşê de 4 fermandarên me şehîd bûn û 2 şervanên me jî birîndar bûn. Fermandar û şervanên me yên ku rastî êrîşê hatin, di îcazeyan de bûn.

Yek ji fermandarê me yê şehîd Aram Mehmed Îbrahîm hevalekî gazî bû ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bibû. Hevalên me Diyar Cuma Xelîl, Ehmed Fadil Simo û Barzan Mistefa Şexmûs bi salan ji bo parastina Rojava tekoşîn dikirin.

Der barê êrîşê de agahiyên berfireh wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD

04.08.2023

Check Also

Şandeya Jinan Bi Boneya Salvegera Sê Jinên Tekoşer Serdana YPJ’ê kirin

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta her sê jinên têkoşer Jiyan Tolhildan,Roj Xabûr û Barîn …